Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akhîsarê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê du servîsên karkeran li hev qelibîn û di qezayê da 35 kes birîndar bûn.
Li xaçerêya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Taxa Kayaliogluyê servîsa karkeran a ku C.K diajot û servîsa ku T.D diajot li hev qelibîn.
Bi tesîra qezayê hin karkerên di wesayîta ku C.K diajot de asê man.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di encama xebata ekîban de karkerên asê mabûn hatin xilaskirin.
Tîmên tenduristiyê 35 kesên ku di qezayê de birîndar bûn piştî midaxeleya ewil a li cihê qezayê, veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Derket holê ku metirsî li ser jiyana birîndaran nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse