Gencekî keçika ku daxwaza wî ya zewacê qebûl nekir li salona dawetê kuşt

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kader Îrgoren Ahmet Taşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gencekî bi navê Ahmet Taşan li salona dawetê, Kader Îrgorena ku daxwaza wî ya zewacê red kiribû kuşt û pişt re hewl da xwe jî bikuje.  

Hat zanîn ku Ahmet Taşan berî biçe salona dawetê gef li Kader Îrgorena 19 salî xwariye û gotiye, “Ev nîşan dê ji bo me her duyan bibe gor.”

Bûyerê li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê rû da.

Ahmet Taşan şeva borî li salona dawetê Kader Îrgorenê dibîne guleyan li wê direşîne.

Taşan pişt re hewl dide bi heman çekê xwe jî bikuje lê ew birîndar dibe.

Xizmên Îrgorenê yên ku bûne şahidê bûyerê, bi derfetên xwe ew biriye nexweşxaneyeke taybet.

Piştî midaxeleya yekem, Îrgoren sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Marmarayê hat kirin.

Kader Îrgorenê tevî hemû midaxeleyan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ahmet Taşan jî bi giranî birîndar bû.

Nasê keçika ciwan Ferhat Îrgoren diyar kir ku Ahmet Taşan berê jî gef li Kaderê xwariye û got:

“Ji Kaderê re peyam şandiye, gotiye nîşana ku em diçinê dê bibe gora me her duyan lê Kaderê ji kesî re behsa wê yekê nekiriye.”

Hat zanîn ku Ahmet Taşan berê daxwaza zewacê li Kader Îrgorenê kiriye lê wê red kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst