Karvedanên derbarê çepik lêxistina fermandarên Artêşa Tirkiyê de berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên helwesta fermandarên serbazî yên Tirkiyê û bo xwe tevlî siyasetê kirina wan berdewam e. AKP, CHPê bi bêrêzîkirina li fermandaran û CHP jî AKPê bi siyasîkirina artêşê tohmetbar dike.

Roja şemiyê Erdogan li parêzgeha Mogla ya li başûrê Tirkiyê got, Kiliçdaroglu xwe li ber serkeftinên serbazî yên Tirkiyê nagre.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Ew karvedanên ku Yunanîstan rojane sînorên me tehdît dike, PKK destê xwe bi xwîna bi deh hezaran kes sore, Cemaeta Fetu ya ku nepaktirîn tora welatê me ye. Ewa ku welatên serweriya me dikin armanc û bi giştî dijminên Tikriyê nakin û nekarîn bikin , kesek bi awayek herî ketî li dijî fermandarên artêşa nîştimanî be, dikar bibe siyasetmedarê vî welatî?”

CHP jî ji wan çepikên fermandarên serbazî yên wî welatî jibo Erdogan di roja 9ê Çile 2023ê lêxistîn, nerazîye.

Berpirsên wê partiyê dibêjin, karê artêşê ne çepiklêdan û siyaset kirine.

Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel dibêje “Desteya Fermandariyê helwestê li beramberî deshilatdarên bê yên welat nîşan dide. Helwestê li dijî Serokkomar û wezîrên bên nîşan dide. Ew kesên ku piştî 5 mehên din dikevin jêr fermana me, niha cihê xwe eşkere dikin, ma ev ne rê nîşandana dengderane?”

Roja şemiyê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Partiya Weten civînên nerazîbûnê li darxistin, ew dibêjin Kiliçdaroglu sifkatî li artêşê kiriye.

Rayedarên Partiya Vatan bangewazî li girseya şeş partiyên opozisyonê dikin.

Bepirsê Rêxistina Partiya Vatan li Îzmîrê Çaxdaş Cengîz ragihand “Di partiyên wede gelek berpirsên girêdayî Amerîka hene. Wan li dijî artêşa Tikriyê, gelên Tirkiyê û Yekîtiya Tirkiyê şer dane despêkirin. Bûne HDP, bûne PKK û bûne çepgirên sexte.”

Ev helwesta Partiya Vatan didemekê deye, Tirkiye endamê NATO ye û hevpeymanê stratejîkê Amerîkayê ye.