Li Tirkiyê mercê testa PCR ya bo kesên bê vaksîn hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê mercê pişkinîna PCR ya Coronayê ku di çendîn geşt û çalakiyan de bo kesên vaksîn li xwe nedane neçarîbû, hat rakirin.

Wezarata Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya pêşniyarên Desteya Zanistê ya Coronayê de merca pişkinîna PCR ya neçarî,  ku li çendîn cihên giştî, rêwîtî û dibistanan, ji kesên vaksîn li xwe nedane dihat xwestin, rakir.

Wezareta navborî di çarçoveya biryara xwe de nivîsek ji parêzgarên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re şand û tê de gotiye: “Ew kesên ku vaksîn li xwe nedane, yan jî proseya vaksînê temam nekirine, eger di nava 180 rojan de bi Coronayê neketibin, pêwîst nake ku berî geştên wan ên bi tren, balafir, otubus û wesayetên din ên veguhastinê û çalakiyên wan yên wek konser, sînema û şanoyê de, pişkinîna PCR a Coronayê ji wan bê xwestin.”

Li aliyê din piştî vê biryara Wezarata Navxwe ya Tirkiyê, Rêveberê Giştî yê Saziya Hêlên Asmanî ya Tirkiyê Bilal Ekşî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, “Di çarçoveya biryarên ku meqamên me dane, di geştên nav welat de ji bo hemû rêwiyên me pişkinîna neçarî ya PCR hat rakirin.”

Li gor daxuyaniyê dê welatî  di geşt û çalakiyên ku hatine diyarkirin de tenê koda HESê pêşkêş bikin, ku ew kod taybet e bi rewşa welatiyan a pêketina bi Coronayê.

Ev biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di demekê de ye li gor amarên dawî ên Wezareta Tendirûstî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên dawî de 67 hezar û 857 pêketiyên nû yên Coronayê hatine tomar kirin û 167 kesan jî bi wê virûsê canê xwe ji dest dane.