Pêşnûmeya HDPê ya derbarê medyaya Kurdî de hat redkirin

15-01-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Medyaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Tirkiyê, pêşnûmeya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ya derbarê rakirina astengiyan û nehêlana guvaşên li ser medyaya Kurdî û azadiya raman û derbirînê de red kir.

HDPê jibo bidawîanîna guvaşên li ser medyaya Kurdî û destnîşankirina pirsgirêkên ku di encama rêgirtina ji gihîştina bi nûçeyan de çêbûne, pêşnûmeyek dabû parlamentoya Tirkiyê.

Parlamentoya Tirkiyê di civîna xwe de, ew pêşnûmeya HDPê xiste dengdanê, lê bi piraniya dengên MHP û AKPê hat redkirin.

Di wê pêşnûmeya HDPê de amaje bi wê yekê hatibû kirin, pêştir li s er bingeha yasaya rojnamevniyê lêpirsîn bi rojnamevanan re dihat kirin, lê belê di wan çend salên bihorî de, rasterast bi tohmeta propagandaya bo terorê û endambûna di rêxistinên qedexekirî de lêpirsîn bi rojnamevanan re tê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst