Temelli: Kesên çavê wan bi tabelayên Kurdî barnabe çawa qala biratiyê dikin

15-01-2019
RÛDAW
Nîşan HDP Sezaî Temellî Tirkiye Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Sezai Temelli derbarê daxuyaniyên desthilata Tirkiyê de ku dibêjin "Kurd birayên me ne" nerazîbûna xwe anî ziman û got: "Me biratiya we li Efrînê dît. Hun bûn ku we pesnê xwe bi jinavbirina perwerdeya Kurdî dida. Ev çawa biratî ye? Mirov take çavkaniya debara birayê xwe zeytûnan didizê? Ev çi biratî ye."

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li Parlamentoya Tirkiyê di civîna grûpa partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxandin.

 

Yek ji wan mijaran jî daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirkiyê bûn ku dibêjin "Kurd birayê me ne." Temellî got: "Kesên tehamûla tabelayeke Kurdî nekin, qala çi biratiyekê dikin."

 

Temelli da zanîn ku rêveberên paye bilind ên DAIŞê li Tirkiyê tên azadkirin û got: "Rêveberên DAIŞê tên berdan û yên Rojava ji DAIŞê diparêzin dibin `terorîst`. Ji bo çi siyaseta şer tê ferzkirin,  ya rast Erdogan di hemû axaftinên xwe de vêna tîne ziman. Dezgahekî pîşesaziya şer ava kirine û ji bo bixwedîkirina wê dezgehê şer dibin nav gelên Rojhilata Navîn. Divê em dijî jinavbirina çavkaniyên gel di pîşesaziya şer de rawestin."

 

Hevserokê HDPê bal kişand ser daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên hikûmeta Tirkiyê ku dibêjin "Kurd birayên me ne" û got: "Kesên tehamûla tabelayeke Kurdî nekin, qala çi biratiyekê dikin. Yên ku bajarên Kurdan bi tankan wêran kirin behsa çi biratiyê dikin. Me biratiya we li Efrînê dît. Hun bûn ku we pesnê xwe bi jinavbirina perwerdeya Kurdî dida. Ev çawa biratî ye? Mirov take çavkaniya debara birayê xwe zeytûnan didizê? Ev çi biratî ye? Kesên di dema referandûma Herêma Kurdistana Iraqê de digotin, em boriyan bigrin hun dê birçî bimînin, qala kîjan biratiyê dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst