Nevşîn Mengu ji ber hevpeyvîna bi Salih Muslim re hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Nevşîn Mengu ji ji ber hevpeyvîna bi Salih Muslim re hat desteserkirin û piştre hat berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî hevpeyvîna bi Hevserokê PYDyê Salih Muslim re hi hinceta ku di hevpeyvînê de gotinên "pesinda rêxistina terorê hene" derbarê Nevşîn Menguyê de lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Nevşîn Mengu demjimêrên sibehê hat desteserkirin.

Piştre Mengu biryara qedexeya derketina derveyî welat û mercên kontrola edlî hat berdan.

Rojnameger Nevşîn Menguyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir:

"Wekî tê zanîn ez nû ji Sûriyeyê vegeriyam. Piştî Esed amadekariyên serdema nû hene.

Dema ku dikevin vê serdemê, Salih Muslim got ku ew dixwaze di medaya biyanî de bi Tirkiyeyê re biaxive, min jî xwest nirxandinên wî wergirim.

Lê belê ez ji aliyê hevalên xwe yên hiqûqnas ve hatim agahdarkirin ku li gorî TCKyê (Qanûna Cezayê ya Tirk) ev hevpeyvîn dikare bikeve çarçoveya pesindana sûc û sûcdar.

Ji ber vê yekê min ev hevpeyvîna navborî rakir. Min xwest ku ez rê li ber şaşfamkirinan bigirim."