Yaşar Guler gef li HSDyê xwarin: ‘Çend caran bifikirin!’

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yaşar Guler Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Budçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin.

Roja înê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budceya sala 2025an a Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di gotara xwe ya li ser budçeyê de behsa pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û gef li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwarin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di gotara xwe de anî ziman:

“Di encama oparasyonên serkeftî yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên li Til Rifet, başûrê Elbabê û xeta Minbicê de dane destpêkirin rêxistina terorê neçar maye ji van deveran vekişe.

Dixwazim careke din tekez bikim ku em bi ti awayî rê nadin rêxistina terorî ya YPG-PKKyê ji nearamiya li qadê sûdê wergire.”

Gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bû sedema nerazîbûnan.

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî Yaşar Guler axivî û helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rexne kir.

“Çend caran bifikirin”

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê got:

“Birêz Wezîr vê yekê ji bîr nekin, yên ku mafên xwe yên jiyanê diparêzin ne terorîst in.

Bi milyonan xelk ne terorîst e û nabe terorîst.

Hûn nikarin gelên li Rojavayê wekî terorîst pênase bikin, di demekê de ku wezareta we 25 hezar endamên xwe bi tohmeta terorîstbûnê dûr xistine.

Hinek endamên saziya ku hûn niha li ser in berî 8 salan ev parlamento bi balafirên şer bombebaran kirin.

Lewma ez ji bo we pêşniyar dikim dema hûn aliyekî bi terorê tohmetbar dikin çend caran bifikirin.”

Tevî rexne û têbîniyên mixalefetê şeva borî budceya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li Parlamentoyê hat pesendkirin.

Li gorî agahiyan trilyonek û 608 milyar lîreyên Tirkî ye ku dike nezîkî 46 milyar dolarên Amerîkî.

Wate bi awayekî rekor budceya parastinê ya Tirkiyeyê ji bo sala bê li gorî heman budceya îsal nêzîkî ji sedî 80 hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst