Ahmet Turk li ser hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê axivî

Duh li 10:05
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Abdullah Ocalan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk li ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, rexne li desthilatdariyê girtin û got, “Hûn bi êrişkirina ser Kurdên li Sûriyeyê nikarin aştiya navxwe pêk bînin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku 4ê meha borî cara sêyem qeyûm li cihê wî hat tayînkirin, doh li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Ahmet Turk derbarê polîtîkayên li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê de rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girtin û got:

“Hûn bi êrişkirina ser Kurdên li Sûriyeyê nikarin aştiya navxwe pêk bînin.

Heta Tirkiye li dijî Kurdan li ser dijmindariyê berdewam be dê axaftina li ser aştiyê ne pêkan be.

Ma li Sûriyeyeke dagîrkirî Kurd dê aştiya çi pêk bînin?”

Ahmet Turk amaje bi serlêdana Hevserokên DEM Partiyê ya ji bo dîtina Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan da û da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye dê ew hevdîtin were kirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku egera çûyîna Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a ji bo hevdîtina yekem a bi Ocalan re zêdetir e û destnîşan kir ku berî hevserokan çûyîna şandeyekê dê baştir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst