Erdogan û Ozel li ser alaya nû ya Sûriyeyê bi hev ketin: ‘PYD rêxistina terorê ye yan na?’

Duh li 08:56
Ferdî Sak
Nîşan Sûriye PYD AK Partî CHP
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Bilindkirina alaya nû ya Sûriyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser mijareke nû ya nîqaşê ye di navbera mixalefet û desthilata Tirkiyeyê de ye.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel roja pêncşemê di bernameyeke televîzyonî de got:

“PYDyê biryar daye ku heman alayê bi kar bîne. Berê gelek dipirsîn gelo tu PYDyê wekî rêxistina terorê dibînî?

Niha divê em ji Erdogan bipirsin gelo PYD rêxistina terorê ye yan na? Lê vê carê alaya HTŞyê bi kar tîne. Bi nerîna min divê Erdogan bilez bersiva vê pirsê bide.”

Serokkomarê Tirkiyeyê roja înê li bajarê Kocaeliyê di kongreya partiya xwe de bersiva pirsa Ozel da.

Her wiha derbarê helwesta li hemberî PYDyê jî çend rexne li CHPyê girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Birêz Ozel derketiye û hewl dide li ser PYDyê me tengav bike.

Derbarê dûvelankên rêxistina dabeşker ên li Sûriyeyê helwesta me zelal e birêz Ozel.

Wekî Serokê CHPyê divê hûn biryarê bidin ka hûn PYDyê wekî rêxistina terorê dibînin an na.

Bi salan partiya we parêzeriya vê rêxistinê kir, yên ku welat bi welat geriyan û reklama vê rêxistinê kirin parlamenterên we bûn.

Yê ku digot YPG êrişî me nake û ji bo dûvelanka rêxistina dabeşker a li Sûriyeyê bûye kefîl serokê we yê berê bû.

Derkevin û bêjin gelo hûn jî derbarê YPG û PKKyê de wekî serokê xwe yê berê difikirin?

Ma guhertina alayê ji kengî ve ji bo rûspîkirina dûvelankên PKKyê yên li Sûriyeyê têr dike?”

“Em jî hêzeke Sûriyeyî ne”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî sedemên pejirandina alaya Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola wan de eşkere kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî da zanîn:

“Niha gelê Sûriyeyê bi giştî li ser alaekê li hev kiriye. Gelê Sûriyeyê bi tevahî vê alayê ku alaya serxwebûna Sûriyeyê ye radike.

Ev ala ji bo me jî guncav e. Ji ber ku ne alaya Komara Erebî ya Sûriyeyê ye alaya Komarî ya Sûriyeyê ye û tevahiya pêkhateyan di nava xwe de digire.

Em jî hêzeke Sûriyeyî ne û dema gelê Sûriyeyê bi tevahî li ser remzekê û alayekê li hev bike em jî beşekî wê ne û helbet em ê jî rakin.”

Rêveberiya Xweser piştî rûxîna rejîma Beşar Esed 8ê mehê, roja pêncşemê biryar da ku li tevahiya meclis, sazî û birêvebiriyên di bin desthilata xwe de alaya nû ya Sûriyeyê were bilindkirin ku heman ala ye Heyeta Tehrîr El Şamê li Şama paytexta Sûriyeyê bilind kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst