STENBOL – Mirin jî biha bû: Gorek bi 69 hezar lîreyan e

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê bihayê cihê goran ji sedî 54,15 bilind bû.

Li gorî vê, bihayê herî zêde yê gorekê bû 69 hezar û 770 lîreyên Tirkî.

Rûniştina çaremîn a civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li avahiya şaredariyê ya li Saraçhaneyê bi rê ve çû.

Di çarçoveya civînê de, ji bo bihayê goran biryar hatin dayîn.

Li gorî vê, bihayê veşartinê di navbera 480-740 lîre, birîket, lahît di navbera 1200-1850 lîre, ji derveyî pereyê cih, bihayê veguherîna goran jî di navbera 2 hezar û 420-3 hezar û 730 lîreyan de ye.

Bihayê gora lahît a yekqatî di navbera 3 hezar-4 hezar û 620 hezar lîre û bihayê gora duqat jî, di navbera 4 hezar lîre-6 hezar û 170 lîreyî de ye.

Berdêlê cihê goran li gorî koman tê guherîn.

Li goristanên Karacaahmet, Nakaştepe, Çengelkoy Beşa Yekem, Zîncîrlîkuyu, Aşiyan, Nafîbaba, Ulus û Abide-i Huriyetê cihê goreke bi 7 hezar û 260 lîreyan e, dê bibe 11 hezar û 190 lîreyên Tirkî.

Berdêlê valahiya dora cenazeyê 22 hezar û 630 lîre bûn, ew jî dibe 34 hezar û 890 lîre.

Bihayê cihê goran jî ji sedî 54,15 bilind dibe.

Li gorî vê, cihê gora ku bihayê wê 45 hezar û 260 lîre ye, dibe 69 hezar û 770 lîre.

Ji bo cihê zarokan jî, gora ku bihayê wê 7 hezar û 260 lîre ye, dibe 11 hezar û 190 lîre.

Bihayê gorên koma duyem ên li goristanên Emîrgan, Edîrnekapi Şehîtlîk, Merdivenkoy, Kuçukbakalkoy, Bulbulderesi, Ferikoy, Sutluce, Avcilarê niha hezar û 320 lîre ne, ew jî dibin 2 hezar û 30 lîre.

Bihayê cihê gorekê vala ku niha 18 hezar û 150 lîre ye, dibe 27 hezar û 980 lîre.

Bihayê gorên zarokan jî niha hezar û 320 lîre ye, dibe 2 hezar û 30 lîre.

Berdêlê gorên koma sêyem a ku li goristanên Hekîmbaşi, Kurkoy, Çekmekoy, Kilyos, Cebecî û Kayabaşê, ji 110 lîreyan bilindî 170 lîreyî dibin.

Bihayê cihê goreke vala niha 6 hezar û 50 lîre ye, dibe 9 hezar û 330 lîre.

Ji bo zarokan jî niha 55 lîre ye, dibe 80 lîre.

Berdêlê gorên koma çarem ên li Ayazaga, Bahçekoy, Kemerburgaz û Kisirkayayê, niha ku 110 lîre ye, dibe 170 lîre.

Bihayê cihê gora niha 2 hezar û 900 lîre ye, dibe 4 hezar û 470 lîre.

Ji bo zarokan jî gorên ku bihayê wan 55 lîre ye, dibe 80 lîre.

Bihayê gorên kesên ne Milsilman jî niha 550 lîre ye, dibe 850 lîre.

Berdêla cihê goreke niha 9 hezar û 440 lîre ye, dibe 14 hezar û 550 lîre.

Ji bo zarokan jî ku niha 220 lîre ye, dibe 340 lîre.