Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersa zimanê Kurdî jî di nava dersên bijarte de heye.
Di polên 5-6-7 û 8an de dersa bijarde ya Kurdî mafekî yasayî ye lê ji bo xwendekar hilnebijêrin û ev pêvajo bi başî bi rê ve neçe, astengiyên ne hiqûqî berdewam in.
Dema zarok wê dersê hildibijêrin, rastî astengan tên, heta mamoste tayîna mamosteya çêdibe ew derdekî din e.
Temamê pêvajoya dersa Kurdî dibe wekî zincîreke bi girêk û divê Kurd wan girêkan yek bi yek vekin.
Ev 3 meh in ku dibistan vebûne lê li gelek dibistanan dersa Kurdî bi hinceta nebûna mamosteyan, nayê dayîn.
Di demekê de ku bi sedan mamosteyên Kurdî li hêviya tayîna xwe ne, li dibistanan rêvebir bi hinceta nebûna mamosteyên Kurdî rê li ber xwendina Kurdî digrin.
Bi sedan mamosteyên Kurdî neçar dimînin karekî din bikin ji ber ku tayîna wan çênabe.
Li zanîngehên ku beşê Kurdolojiyê lê heye jî xwendekar rastî astengan tên.
Xwendekarên Kurdî rûbirûyê pirsgirêkan dibin
Tenê ne li dibistanan, li zanîngehan jî bi awayên cur bi cur xwendekarên Kurdî rûbirûyê pirsgirêkan dibin.
Saziya Perwerdeyê ya Mûşê, bi hinceta li wê parêzgehê mamosteyekî Kurdî jî nîne, mafê staj û formasyonê yê xwendekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê yên pola 4an asteng dike û nahêle xwendekar staja xwe temam bikin.
Li Bakurê Kurdistanê, li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlîg û Dêrsîmê beşên lîsansa Kurdî û masterê hene.
Li Zanîngeha Wanê tenê mastera Kurdî û li zanîngehên Mêrdîn, Amed û Wanê doktoraya Kurdî jî hene.
Zêdeyî 2 hezar xwendekaran beşên Kurdî temam kirine lê heta niha tenê kêmtir ji 100 mamosteyan hatine damezrandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse