Parlamenterê Partiya Saadetê wefat kir

14-12-2023
Nîşan Hasan Bîtmez Parlamenterê Partiya Saadetê Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez wefat kir.

Hasan Bîtmez du roj berê dema li ser kursiya Parlamentoya Tirkiyeyê diaxivî krîza dil lê da.

Bîtmez di nîqaşên budceyê de mafê axaftinê wergirt.

Parlamenterê Saadetê beriya ku krîza dil lê bixe AK Partî kir armanc û got:

“Hûn şirîkê sûcê Îsraîlê ne. Hûn nikarin xwe ji xezeba dîrokê û xezeba Xwedê xelas bikin.”

Bîtmez piştî vê axaftina xwe ji kursiyê ket xwarê û ji hiş çû.

Tîmên tenduristiyê Bîtmez bi ambulansê rakir nexweşxaneya bajêr.

Bîtmezê ku ev du roj in tedawî dibû îro wefat kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca xebera wefata Hasan Bîtmez da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst