Dadgeh bi biryara qedexeya siyasetê rê li ber berbijêriya Ekrem Îmamoglû digire

Hewlêr (Rûdaw) - Doza ku ew demeke di derbarê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de birêve diçe gihîşt dawiyê. Dadgeha Stenbolê di derbarê Îmamoglû de cezayê hepsê û qedexeya siyasetê da. Biryara dadgehê li nava Tirkiye rojev guhert û mijareke germ lê zêde bû. Hemû partiyên opozisyonê nerazîbûnên xwe nîşan didin û bo piştgiriya Îmamoglû jî hemû bernameyên xwe betal dikin û berê xwe didin Stenbolê. Eger dadgeha bilind cezayê Îmamoglû pesend bike wê hem qeyûm li şaredariya Stenbolê bê danîn û hem jî Îmamoglû êdî nikare bi tu awayî bibe berbijêrê serokomarî û posteke din jî.

Pêşiya Dadgeha Anodolê ye li Stenbolê û derdora dadgehê bi tedbîrên emnî yên bilind hatiye dorpêçkirin û çûnûhatin bêyî rojnamevan û parlementeran qedexe ye. Dozeke girîng îro li vir encam dide û biryara ku derkeve jî mohra xwe li salên pêş yên siyaseta Tirkiye dixe. Wate bihêztirîn berbijêrê serokomariyê Ekrem Îmamoglû bi tohmeta ku heqaret li endamên desteya bilind a hilbijartinan kiriye tê darizandin û cezaya girtîgehê jê re tê xwestin.

Parlementerê CHPê Denîz Yavûzyîlmaz anî ziman, “Ev dozeke çavtirsandinê ye. Hewl tê dayîn ku çavê hemû welatiyan bê tirsandin. Ew dibêjin em dikarin bi rêya dadgehê her tiştî ji destê we bistînin. Lê li hemberî vê yekê me jî dilekî polatî heye ku em li hember vê rawestin. Îro dilê 16 milyonan heta dilê 85 milyonan li vir bi me re lê dide. Rêyek heye ku em dawî li vê rewşê bînin û ew jî hilbijartin in.”

Piştî ku dadgeh bo berêvarê hate paşxistin him Îmamoglû him Tifaqa Milet dikeve wê gumanê ku rewş cidî ye. Meral Akşener bernameya xwe ya Enqere di nîvî de dihêle û berê xwe dide Stenbolê. Her wiha Îmamoglû jî bang li xelkê dike ku li ber şaredariyê kom bibin. Kiliçdaroglû jî bernameya xwe ya Almanyayê di nîvî de dihêle û vedigere Tirkiyê. Di heman demê de dadgeh biryara xwe eşkere dike û 2 sal 7 meh û 15 roj cezaya girtîgehê li Îmamoglû dibire. Pê re jî qedexeya siyasetê tê danîn.

Welatî Rîta Aslan got, “Xwedê qebûl neke. Ew çawa biryar e, çawa heq xwarine. Du caran hatiye hilbijartin ew serok. Ma çawa dibe ku hûn siyaseta wî ji dest bigirin. Yanê dibêjin eger tu bibî serokomar jî ez ê wiha ji destê de bistînim.”

Welatî Taşar Magdur Gencer anî ziman, “Ew biryareke faşîst e. Ya ku bi Ekrem Îmamoglû hatiye kirin faşîstiyek e ku bi hemû Stenboliyan hatiye kirin. Ez bi tundî şermezar dikim.”

Ekrem Îmamoglû li 7emîn dadgeha cezayê eslî bi tometa ku heqaret li endamên lijneya bilind kirine dihat darizandin. Dozê di 4emîn rûniştina xwe de bi aloziyan dest pê kir û encam jî cezakirina Îmamoglû bû. Niha eger Îstinaf û dadgeha bilind vê biryarê pesend bikin, him qeyûm bo şaredariyê tê danîn û him jî rêya siyasetê bo Îmamoglû bi temamî tê girtin.