Biryara doza Ekrem Îmamoglu: Qedexeya siyasetê hat dayîn!

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu biryara qedexeya siyasetê û cezayê girtîgehê hat dayîn.

Rûniştina doza li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi îdiaya "heqaret li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye" îro Çarşemê li 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê hat dîtin.

7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadoluyê qedexeya siyasetê da Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Imamoglu, her wiha 2 sal, 7 meh û 15 roj cezaya girtîgehê lê birrî.

Eger biryar li Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind bê misogerkirin, dê şaredariya Îmamoglû bê betalkirin û di tu hilbijartinê de nikaribe bibe berbijêr.

Ji Îmamoglu yekem daxuyani

Îmamoglu piştî biryarê di yekem daxuyaniya xwe de got “Erka ku gel daye, çend kes nikarin werbigrin. Bi destûra Xwedê têkoşîna me xurttir dest pê dike”

Piştre Ekrem Îmamoglu û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ji girseya ku li parka Saraçhaneyê ya li ber Şaredariya Stenbolê kom bûn re axivîn.

Çend xalên giring ên axavtina Ekrem Îmamoglu wiha ne:

“Hûn bi xêr hatin Saraçhaneyê mala xwe. Stenbol ya we ye. Stenbol ya 16 milyon Stenboliyan e. Kîjan dîn dikare astengî li pêşaiya pêvajoya miletê derxe. Kîjan dîn karibiye zincîr bike. Ti kes nikare. Em vê êvarê bi hev re ne. Sibehê em dê zêde bibin bêtir bi hev re bin. Niha em îşev dest bi demeke xweş a yekîtî û bihevrebûna xwe dikin. sibehê em dê mezintir bibin. Dê serokên me yên giştî jî li vê derê bin.”

“Bijî azadî, bimre zordarî”

Seroka Îyi Partiyê Meral Akşener ya ku ji Enqereyê çû Stenbolê wiha got:

Hey gidî Saraçhane, te çi kişand? Em yuh nakinm tişta pêwîst dikin. Ew Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bang li Stenbolliyan kiribû û gotibû `Ev stran li vê derê naqede`. Îro ev stran dê li vê derê neqede. Îro di desthilatê de îradeyeke ku pir ji sibê ditirse heye.

Dema mirov ditirsin ceza didin, zilm dikin, neheqiyê dikin. Îro li pişt vê biryara ku ku ji bo brayê min Ekrem, Serok Ekram hatiye dayîn, ji ber ku ji we, ji demokrasiyê û ji îradeya gel ditirsin. Ew ditirsin lê em natirsin. Em dibêjin bijî azadî, bimre zordarî.

Ew dest ji kar bernadin. Hûn dê li ser sindoqan ya pêwîst bikin. Bi îradeya we ya azad û dengên we yên helal û demokrasiyê re `em dê we bişînin. Fêda tirsê ji mirinê re tine.”

Banga Îmamoglu 

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû bang li gelê Stenbolê kir û got “Mala 16 milyon Stenboliyan Saraçhane ye. Stenbol û Tirkiye, çewa berê li îradeya xwe xwedî derketin, dê îro jî xwedî lê derên. Biryar çi dibe bila bibe, ji bo ku em kêfxweşiya xwe û îradeya xwe nîşan bidin ez her kesî saet di 16.00 de vedixwînim Saraçhaneyê.”