Hişyar Ozalp: Aliyê nijadperestî yê Komkujiya Konyayê tê paşguhkirin

14-12-2021
RÛDAW
Doza bikom kuştina malbata Kurd a Konyayê tê dîtin
Doza bikom kuştina malbata Kurd a Konyayê tê dîtin
Nîşan Malbata Dedeogullari Mehmet Altun Hişyar Ozalp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, doza kuştina 7 endamên malbata Kurd bi amadebûna hejmareke zêde ji parêzer û serokên baroyên Kurdistanê birêve diçe. Berdevkê PDK Bakur Hisyar Ozalp Xuyaye ku heyeta dadgehê jî aliyê nijadperestî yê dozê paşguh kiriye û dixwazin vê bûyerê weke dijminatiya malbatan nîşan bidin.”

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan û tenê kujerê serekî Mehmet Altun girtî ye.

Yekemîn rûniştina doza "Komkujiya Konyayê" ku 7 endamên malbata Kurd a Dedeogullari di bûyerê de hatin kuştin, îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin. Di dozê de kujer Mehmet Altun jî di nav de 11 kes tên darizandin.

Kujerê kuştina bi kom Mehmet Altun û bersûcên girtî Lûtfî Keleş û Alî Keleş bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Reng (SEGBÎS) beşdar bûn.  Herwiha gumanbarên negirtî Alî Çalik, Alî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik li salona dadgehê amade bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ku li Konyayê dozê dişopîne raqhihand ku ji bo dozê bişopînin hejmerek parêzer, serok û nûnerên baroyên Bakurê Kurdistanê yên wek Amed, Mûş, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Riha, Êlih, Yekîttiya Baroyên û Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan ên Şaxa Konyayê Tirkiyê û beşadarî dozê bûn. Herwiha nêzikî 30 parêzerên cihê jî weke piştgiriya malbatê li dadgehê dozê dişopînin.

Li aliyê din hejmarek parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) li salona dadgehê ji bo dozê bişopînin cihê xwe girtin.

Daxwaza serokên baroyan hat redkirin

Rawîn Stêrk diyar kir ku gelek daxwaz ku yek ji wan serokê baroyan xwestin wek mudaxîl beşdarî dozê bibin ji dadgehê hatin kirin, lê dadgehê piraniya wan daxwazan red kir.

Berdevkê PDK Bakur Hisyar Ozalp ku dozê dişopîne ji nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî û bibîr xist ku di êrîşa 12’ê Gulanê de sermiyanê malbatê Yaşar Dedeogullari ji wan re gotibû,  gef li wan tê xwarin û û ji malbatatê re hatiya gotin “Em ulkucu ne (komeke neteweperest), em ê we ji vir derbixin, em nahêlin hûn li vir bijîn."

Hişyar Ozalp got “Mînak ev gotin di îdianameyê de nîn in. Îdîaname pir balkêş e; Diviyabû sedemên li pey  bûyerê bihata gotin, lê tiştekî wiha tune. Ji bilî kujer 10 kesên din jî hatin girtin ku berî niha yek bi yek hatin berdan. Li vir tê fêhmkirin ku dozger bi giranî ji ber zextên raya giştî ev kes binçav kirine û piştre berdane.”

Hişyar Ozalp diyar kir, "Him kujer û him jî alîgirên wî, yanî ev tora nîjadperest hîna jî bi ya xwe dikin û hewl dide malbata Kurd weke berpirsyarê bûyerê nîşan bide."

Özalp pêvajoya dadgehê nirxand û got, “Xuyaye ku heyeta dadgehê jî aliyê nijadperestî yê dozê paşguh kiriye û xwestiye bi vî awayî encam bide. Xuya ye ku dixwazin vê bûyerê weke dijminatiya malbatan nîşan bidin û bigrin. Lê belê îşaret hene ku li pişt vê malbatê saziyên nîjadperest hene."

Ozalp bi bîr xist ku bersûc beriya qetlîamê çûye Eskîşehîr, Stenbol, Bursa û Enqereyê û wiha got: “Dozger ji bo têkiliya kujer eşkere bike ev rewş nexist çarçoveya lêpirsînê. Di otêlên luks de rûniştin, lêçûn qet nayê gotin. Parêzeran ev pirs kirin. Tiştekî din jî heye. Kujer îdia kir ku piştî leşkeriyê 13 sal in çek hilnedaye. Lê dema mirov li dîmenên qetlîamê dinêre diyar dibe ku bi awayekî profesyonel ev komkujî pêk aniye, tê fêmkirin ku hatiye perwerdekirin.”

Kujer Altun: Armanca min axaftin bû

Li aliyê din kujerê malbatê  Mehmet Altun ê ku cara yekem derket pêşberî dadger di parastina xwe de îdia kir ku ew ji zarokatiya xwe de malbata Dedeogullari nas dike û nêzî 20 sal in di navbera malbata Dedeogullari û xwişka wî de dijminatî heye.

Altun diyar kir ku beriya bûyerê 3 meh in bêkar maye û ji ber pirsgirêkên xwe ji bo serê xwe rihet bike çûye Enqere, Bursa, Stenbol û Eskîşehîrê û li wir li hin otêlan maye.

Altun di berdewama axavtina xwe de wiha got “Min 2 roj beriya bûyerê biryar da ku ez bi malbata Dedeogulları re hevdîtinê bikim. Piştî şerê 12’ê Gulanê her tim gef li me dihat xwarin. Ji ber vê yekê min xwest ku herim û bibînim ka çi bûye. Min ji kesî re negot ez diçim wir. Dema ez çûm ji bo ku xwe biparêzim min çek bi xwe re bir. Nizanim çima min benzîn bi xwe re bir, lê eger tiştek xirab bibe min ew bir. Min 2 roj beriya bûyerê wesayit kirê kiribû ku biçim bi wan re biaxivim. Dûre, dema derketim derve, min dosyayek hilda û xwe wekî karmendê şaredariyê da naskirin.

Li rûyê min maskek hebû. Dema ez hîn bûm ku yek ji rûniştvanên malê ne li malê ye, min fikir kir ku ew jî were, em dikarin wisa biaxivin, ez ji malê derketim û hinekî bi erebeyê geriyam û dîsa hatim. Dîsa jî ez nas nekirim. Dema ku min maskeya xwe derxist wan ez nas kirim. Min çeka xwe derxist û got ez tenê têm biaxivim, lê ew ser bi min de hatin.

Di roja bûyerê de min nexwest gulebaran bikim, lê dema êrîşî min kirin, min di wê kêliyê de bê armanc gulebaran kir. Yan mi ê wan bikuşta yan jî wan min bikuşta. Ez herî zêde 15-20 deqîqeyan li wir mam. Dûv re dema ez diçûm otomobîla xwe, kamerayên malê hatin hişê min. Ji bo ku delîlan tine bikim, min biryar da ku bi benzîna ku bi min re bû, malê bişewitînim. Min Benzînê avêt hundirê malê. Kesî nizanibû ku ez ji bo axaftinê çûme wir. Kesî rê nîşanî min neda.Dibêjin 'pê da kirin'. Min heta niha wateya peyveke

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Malbat ji peyamnêrê Rûdawê re axivîbû

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst