Qetlîama malbata Kurd a li Konyayê çawa rû da?

Stenbol (Rûdaw) - Yekemîn doza malbata Kurd ku li bajarê Konya di 30 Tîrmehê de hatibû qetilkirin îro destpê kir. Li 4mîn Dadgeha Cezayê Giran a Konya’yê daraz bi beşdariya malbat, serokên gelek baroyan û sazî û dezgehên pêwendîdar birê ve diçe.

Di bûyera ku rûdayî de, ji malbata Dedeogullari 7 kes hatibûn kuştin. Weke tawanbarê bûyerê kujêr Mehmet Altun tenê girtî ye û 10 kesên ji Malbata Keleş û malbata Çalik jî weke tometbar têne darizandin.

Bûyer ji serî heta binî ve nîşan dide ku ew qetlîam ji demeke dirêj ve hatiye plankirin û hebûna malbata Kurd li wê derê, ji bo tawanbaran her tim weke kelemekêbûye.

Werin em kêlî bi kêlî bibînin bê ka wê qetlîamê çawa û ji ku ve destpêkiriye û gihîştiye encameke çawa.

Malbata Dedeogullari di sala 1995an de ji Qersê barkirine û li navçeya Meram a Konyayê bi cî bûne. Erazî û milkê ku lê bi cî bûne kirîne û ew 26 salin jî xwediyê wir in. Piştî ku bajar mezin dibe cihê ku wan kirî ye bi qîmet dibe û eraziyeke gelekî baş û biha di destê wan de dimîne.

Hebûna malbateke kurd li ser wê zeviyê ji bo derdora wan her tim dibe sedema bêhezmiyekê. Di nava salan de li ser mijarên cihê cihê gelek caran di navbera wan û malbata Keleş de nakokî, şer û êrîş derdikevin. Di her kêliyê de jî rik ji ber kurdbûna wan li malbata Dedeogullari tê girtin.

Piştî van ragêşiyên cihê, di 12ê Gulana 2021an de êrişeke bi mebesta kuştinê li hemberî malbata Kurd çêdibe. Ew mijar bi saya Rûdawê eşkere dibe, malbat serî li hemû sazî û dezgehên fermî dixe lê tu rêgiriyek nayê kirin. Di wê bûyerê de endamên malbatê birîndar dibin. 6 kesên ji malbat Keleş weke tawanbar têne girtin, 4 ji wan pişt re têne berdan. Di 22yê Gulanê de careke din malbat rastî êrîşê tê lê dîsan tiştek nayê kirin û hemû kesên girtî jî têne berdan.

Li gor grûbeke watshapê eşkere ye ku beriya êrîşa 30 temûzê gelek kes ji vê hatine hayîdarkirin û êrîş bi avayekî organîzekirî rû dide. Di gelek dîmenan de jî gotinên êrîşkaran bi awayekî eşkere cîh digirin ku ew dibêjin ‘Em kurdan li vir naxwazin û emê nahêlin ew li vir bijîn’

Piştî bûyerê him dozgeriya Konya, him wezîrê navxwe him berdevkên çend partiyan mijar weke nakokiyeke ji rêzê ya du malbatan nîşan dan. Lê axavtinên di navbera herdû malbatên êrîşkar de eşkere bûn. Grûba bi navê ‘Mehkeme’ ku di navbera endamên herdû malbatan de hatiye avakirin eşkere dike ku wan bi hevkariyeke berfireh êrîşeke wiha nîqaş dikirine.

Li gor belgeyan, Serpîl Dedeogullari beriya bûyerê peyamek ji Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu re şandiye û mesele rasterast bo wî vegotiye. Herwiha piştî êrîşa 12ê Gulanê tevî ku dozger daxwaza parastina malbatê kiriye jî ne parêzgeriya Konya ne jî qeymeqamtiya Meramê di vê mijarê de tu gavek neavêtine.

Piştî bûyerê tenê Midûrê Evlehiya Meramê Mehmet Akbaba, bi hinceta ku agahî dereng şandine ji wezîfê hate girtin.

Piştî rûdana ku 7 kesan jiyana xwe jidest dan lêpirsîn hate destpêkirin û 14 kes ji malbata Keleş û Malbata Çalık hatin binçavkirin lê pişt re hemû hatin berdan. 6 rojan bi piştî bûyerê kujêr Mehmet Altûn hate girtin.

Di proseya piştî vê de jî daxwazên parêzerên malbatê nehatin qebûlkirin. Parêzerê Malbatê Abdûrrahman Karabûlut dide zanîn ku wan 22 daxwazên cihê ji dozgeriyê kirine lê yek jî nehatiye qebûlkirin. Li gor wî li pişt vê bûyerê gelek kesên din hene, navê parlementerekî MHP derbas dibe lê dozgeriyê tu lêpirsînek di vê mijarê de nekiriye. Herwiha li gor wan û malbatê hêzeke siyasî malbata tawanbar diparêze û nahêle ku doz jî bi awayekî dadwerane birê ve biçe.

Di dawiya dawîn de niha ji ber êrîşa di 30 temûzê de Mehmet Altun û ji ber êrîşa di 12ê Gulanê de jî 2 kes girtî ne. İsrara malbat û parêzeran berdewam dike ku ew bûyer ji ber kurdbûna malbatê derketiye. Lê israra berovajî vê ya ji hêla dozger, siyaset, evlehî û pêwendîdarên din ve jî berdewam dike.