Kesayetiyekî nêzîkî Erdogan: Li Tirkiyê rewşa awarte tê ragihandin

14-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetiyekî nêzîkî Serokkomarê Tirkiyê îdîa dike ku bi hinceta krîza aborî, enflasyona bazarê, daketina bihayê lîreyê Tirkî, nerazîbûna welatiyan ji ber krîza aborî û kombûna deyn û faîza deynên navxwe û derve, rewşa awarte li seranserê Tirkiyê bo demeke nediyar tê ragihandin.

Endamê Resen ê Akademiya Zanistî ya Tirkiyê û Pisporê Yasaya Cezakirinê Prof. Dr. Izzet Ozgenç ku wek kesayetiyekî nêzîkê Erdogan tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Xwe ji rewşa awarte re amade bikin.”

Ozgenç di Twitta xwe de nivîsiye: “Ji ber daketina metirsîdar a bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî, têkçûna zêde bilez a rewşa aborî û darayî, bandora krîza giran a aborî li ser dewlet û welatiyan, êdî ji ber bandora xirab û nerênî ya krîza giran a aborî, xelk bi giştî xwe ji ragihandina rewşa awarte re amade bikin.”

Ozgenç derbarê şêwaz û dema rewşa awarte de ti zanyarî nedane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst