Temelli: Yekem xala erênî li Sûriyê Rojava ye, loma Tirkiye êrîşê dibe ser

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Sezai Temelli, êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê rexne kir û got: “Ev desthilat li her derê ke be cihekî pêşketî yê jiyanê bibîne êrîşê dibe ser.”

Di çarçoveya civînên Kongreya Sêyem a Rêxistina Partiya xwe ya Edenê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli gotarek pêşkêş kir û têde rexne li siyaseta Tirkiyê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê girt.

Temelli got: “Ev desthilat dema 17 sal e bi awayekî cîgir li ser dijayetîkirina Kurdan berdewam e. 4 sal berî niha û di rojeke wek îro de vê desthilatê 10 bajar dorpêç kirin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin. Sedem çi bû? Sedem ew bû ku vê desthilat ji bo reva ji aştî û demokrasiyê êrîşî Kurdan kir.”

Derbarê pertiya nû ya Ahmet Davutoglu û helwêsta wan derbarê Kurd de jî, Temelli bi awayekî neraste rast got: “Hun hemû li wir bûn. Hun hemû bi hev re tên dadgehkirin.”

Temelli amaje bi wê yekê da ku maseyeke aştiyê tê danîn, ji wê derê ve Tirkiye bi aştiyê şad dibe ku Ocalan jî li ser wê maseyê dibe.

Hevserokê HDPê derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Ya rast îro yekem xala erênî li Sûriyê Rojava ye. Li wê derê zemînek bo pêkvejiyana hemû neteweyan. Lê ev desthilat li her derekê cihekî pêşketî yê jiyanê bibîne, êrîşê dibe ser.”

Temelli herwiha derbarê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku girêdayî Tirkiyê ne û di êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê di çeperên dijî şervanan de şer bi wan dike, got: “Desthilat dixwaze çeteyan çêbike. Vêca jêre bibêjin OSO yan Artêşa Milli ya Sûriyê, ev çete û terorîstên bikomkuj in. Lê li gor desthilatê ji xeynî van çeteyan ewên din hemû terorîst in.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Sezai Temelli tekez kir ku Ebû Bekir Bexdadî 5 kîlometre li wê aliyê din ê sînorê Tirkiyê bicîh bû û matmayîna xwe pêşan da ku berpirsên Tirkiyê dibêjin; haya wan ji vê yekê nebû.