Erdogan û Bahçelî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îşev li Enqereyê li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê civiyan. 

Civîna Erdogan û Bahçelî saet 18:00an dest pê kir û saet 19:00an bi dawî bû.

Her du aliyan derbarê naveroka civînê de ti daxuyanî belav nekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê banga Serokê MHPyê ya ji bo Rêberê PKKyê Abdulah Ocalan di navbera Erdogan û Bahçelî de bûye sedema nakokiyan.

Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn di civîna koma MHPyê de gotibû ku bila Abdullah Ocalan di Koma DEM Partiyê ya Parlamantoya Tirkiyeyê de biaxive û bêje ku wî PKK tasfiye kiriye.

5ê mehê jî Bahçelî got ku eger Ocalan dê tasfiyekirina PKKyê ragihinîne bila li Koma DEM Partiyê biaxive û got:

“Ez li ser soza xwe me, ez di teklîfa xwe de israr dikim. Dê ji wan qehrên ku hatine kişandin gelek îtimal derkevin.

Ji bo mayîna devletê, refeha gel pêdivî bi hemleyên durist û hembêzker heye.

Divê em biratiya xwe ya hezar salî qewîn bikin.

Deynê stûyê me ye ku em Tirkiyeyê di navbera bahozên herêmî û cîhanî de ji bahozan biparêzin.

Hembêzkirina Kurdan heqîqet e, têkoşîna bi terorê re bingeh e.

Ti mîhraq nikarin bikevin navbera me û birayên me yên Kurd.”

Hesabên torên civakî yên MHPyê piştî belavbûna nakokiyên di navbera Erdogan û Bahçelî de 3 roj in vîdeoyên taybet li ser Bahçelî belav dikin.

Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî herî dawî 3yê Çiriya Pêşîn civiyabûn.

Piştî daxuyaniyên Bahçelî yên li ser Ocalan ev yekem civîna wî ya bi Erdogan re ye.

Her wiha di nava îsal de jî ev 8emîn car e ku Serokê MHPyê û Serokkomarê Tirkiyeyê dicivin.