Di 8 peymanên Qeter û Tirkiyeyê de çi hene?

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Qeter Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Mîrê Qeterê hevdîtinek kir û di navbera her du welatan de 8 peyman hatin îmzekirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed li Enqereyê serokatiya 10emîn Civîna Komîteya Stratejiya Bilind a Tirkiye-Qeterê kir.

Piştî civînê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman 8 peyman hatin îmzekirin.

8 peymanên ku di navbera Tirkiye û Qeterê de hatine îmzekirin:

1) Peymana Hevkariya Alîkariya Mirovî

2) Peymana Hevkariya Belge û Arşîvan

3) Peymana Hevkariya Medya û Ragihandinê

4) Bernameya Salên 2025-2026an a Werziş û Ciwanan

5) Peymana Hevkariya Veguhastina Rêya Bejayî ya Rêwî û Kelûpelan

6) Ragihandina Hêsankirina Bazirganiyê

7) Peymana Hevkariya Teknîkî ya Wezaretên Parastinê

8) Peymana Hevkariya Leşkerî ya Wezaretên Parastinê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid Ensarî berî çend rojan ragihandibû ku heta Hemas û Îsraîl li ser berdewamkirina gotûbêjan xwestek û cidiyetê nîşan nedin wan hewlên xwe yên navbeynkariyê yên li Xezeyê ragirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst