Huseyîn Çelîk: Sîstema serokkomariyê AK Partî mecbûrî MHPyê kiriye

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Çelîk Qeyûm AK Partî DEM Partî Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê AK Partiyê û wezîrê berê Huseyîn Çelîk ragihand, danîna qeyûman a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ne biryareke rast e.

Huseyîn Çelîk doh beşdarî bernameya Halk TVyê bû û nerazîbûn nîşanî danîna qeyûman û hevpeymaniya AK Partiyê ya bi MHPyê re da.

"Ez danîna qeyûman rast nabînim"

Huseyîn Çelîk got, “Ez danîna qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Esenyurtê rast nabînim. Ev sûdê nagihîne AK Partiyê.

Eger hûn li Mêrdînê li şûna Ahmet Turk, Mehmet Turk jî bikin berbijêr, dê dîsa jî DEM Partî bi ser bikeve.

Ev helwest dê berovajî bibe. Li serdemên derbeyên leşkerî binêrin. Xelkê her tim li dijî xwediyên desthilatê deng daye.

Eger mafê wan ê hilbijartinê nîne, hûn çima destûrê didin?

Lê dema ku mirovên hûn naxwazin û partiyên hûn qebûl nakin bi ser dikevin, ji kar tên dûrxistin û qeyûm tê danîn, ev binpêkirina îradeya dengderan e.

"Desthilata hêzê her tim zalim e"

Eger li welatekî edalet xera bûbe tê wateya ku xwê bêhn dide. Piştî ku xwê bêhn da tiştekî ku bê kirin nîne.

Eger edalet tunebe desthilata hêzê heye. Desthilata hêzê jî her tim zalim e."

"Sîstema serokkomariyê AK Partî mecbûrî MHPyê kiriye"

Çelîk derbarê sîstema hikûmeta serokkomariyê de tekez kir ku ev sîstema ji sedî 50+1 gelekî xelet e û AK Partî mecbûrî MHPyê kiriye.

Çelîk her wiha got ku ev sîstem ji aliyê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ve ji Recep Tayyîp Erdogan re hatiye pêşniyarkirin.

"Me bi salan negotibû ku ev dîktator in?"

Her wiha Çelîk sîstema serokkomariyê ya endamtiya partiyê jî rexne kir û wiha got:

"Dibêjin 'Ma Ataturk û Îsmet (Înonu) Paşa jî ne serokkomarên partiyê bûn?' Me bi bi salan ev rexne nekirin?

Tiştekî dûrî aqilan bû ku Ataturk jî serokkomarê partiyê bû. Îsmet Paşa jî wisa. Tiştekî ne rast bû.

Yê we jî ne rast e. Yên me xwe dispêrin Ataturk serokkomariya partiyê diparêzin. 'Me bi salan negotibû ku Ev dîktator in?' Vê yekê mekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst