Derbarê şaredariyên Enqere û Stenbolê dest bi lêpirsînê hat kirin

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Lêpirsîn Konser Ebru Gundeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê şaredariyên bajarên mezin ên Enqere û Stenbolê lêpirsîna konseran hat destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ev çend roj in ji ber konsera Ebru Gundeşê bûye rojev ku tê gotin ji bo yek konserê nêzîkî 2 milyon û 11 hezar dolarên Amerîkî dane wê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku wan li ser giliyên derbarê konseran, li Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê dest bi lêpirsînê kiriye û ew lêpirsîn dê ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin şaredariyên navçeyan jî li xwe bigire.

Serdozgeriyê diyar kir ku wan nivîsek ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê re şandiye û wan xwestiye ku eger tawanek bê dîtin ew bên agahdarkirin.

Serdozgeriyê daxwaznameyên derbarê giliyên konseran jî ji Wezareta Karên Navxwe re şandine.

Şandeya Çavdêr a Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dê di çarçoveya wan giliyan de lêkolînê li ser konserên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bike û raporekê amade bike.

“Eger tawanê kesekî hebe dê cezayê xwe bikişîne”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

“Piştî min derbarê mijarê daxuyanî da, Wezareta Karên Navxwe jî ji bo lêkolînê çavdêr şandin.

Ev lêkolîn hîn jî berdewam dike û rewşeke nû nîne. Em ji her kesî baştir dikarin hesab bidin.

Em li pişt gotina xwe ne û eger tawanê kesekî hebe dê cezayê xwe bikişîne.

Em ji hemû şaredarî û saziyên dewletê jî heman helwestê hêvî dikin.”

Stenbol

Li aliyê din, derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî lêpirsîna konser û çalakiyan hatiye destpêkirin.

Li gor agahiyan, dê lêkolîn li ser wan konser û çalakiyan bê kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji sala 2021ê û pê ve organîze kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst