Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê, ji Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaşê re got, “Terorîst”.
Wê jî berê xwe dayê û wiha bersiva wî da, “Terorîst bavê te ye!”
Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaş, ji parlamenterê AK Partiyê yê ku jê re got “Terorîst” wiha bersiva wî da, “Terorîst bavê te ye!”
Wekîla Serokê Koma HEDEPê Meral Daniş Beştaş di Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser navê koma HEDEPê axivî.
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku bi salan e destûr nayê dayîn ku rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Beştaş ev yek wekî binpêkirina hiqûqê bi nav kir.
Herwiha Beştaşê destnîşan kir ku nenaskirina hiqûqê tê wateya "hiqûqa çeteyan".
Li aliyê din Beştaşê da zanîn ku 8 parlamenterên HEDEPê ji ber ku pasaporta wan ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye astengkirin nikarin biçin derve û ev jî mînakeke din a "nenaskirina hiqûqê" ye.
Di vê navberê de parlamenterekî AK Partiyê ji Meral Daniş Beştaşê re got “terorîst”.
Li ser vê yekê Beştaşê berê xwe da wî parlementerê AK Partiyê û wiha bersiv da, “Terorîst bavê te ye. Tu yî terorîst."
Beştaş’tan kendisine ‘terörist’ diyen AK Partili vekile sert yanıthttps://t.co/5IMDVe5b6E pic.twitter.com/zSkroXwunw
— Rudaw Türkçe (@RudawTurkce) November 14, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse