Pisîkên li kolanan dibirin: Li mala wî gelek pisîkên mirî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxekê Fatihê ya Stenbolê, ji ber mirinên pisîkan ên di van demên dawî de polîsan lêpirsîn da destpêkirin.

Kamerayên ewlehiyê hatin temaşekirin û derket holê ku F.O. yê li taxê esnaftî dike pisîkan kom dike.

Polîsan F.O. desteser kir û derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin.

Li ser îfadeyên xizmên F.O. polîsan di xaniyekî vale yê F.O. de 8 pisîkên mirî dîtin.

“Pirsgirêkên wî yên derûnî hene”

Kurê F.O.yê jî di îfadeya xwe de got:

“Pirsgirêkên bavê min ên derûnî hene. Di demên dawî de, bavê min û diya min cuda dijiyan. Ez nikarim bêjim tiştekî wisa nake.”

F.O di îfadeya xwe de tohmetên li ser xwe red kirin û got:

“Min her roj ji bo wan pisîkan xwarin distand. Roja ku dîmen hatine girtin, min xwarin dida wan.

Di wê demê de min dît ku pisîkek ji çavê xwe birîndar bûye, min jî ew derman kir.

Pisîk, 2 rojan li dikana min ma û piştre jî min ew radestî berpirsyarê mizgeftê kir.”