Ji bo protestokirina Îsraîlê êrişî karkeran kir
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sakaryayê, kesekî ji bo protestokirina Îsraîlê, êrişî karkerên xwaringeheke fast-foodê kir.
Êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê, li gelek deverên cîhanê û Tirkiyeyê bi xwepêşandan û çalakiyên cuda têne şermezarkirin.
Bi taybetî li Tirkiyeyê navendên xwaringehan ên navdar ên wekî fast-foodê bûne armanca xwepêşanderan.
Li bajarê Sakaryayê kesekî ji bo protestokirina Îsraîlê, êrişî karkerên xwaringeheke fast-foodê kir.
Li gorî dîmenên belav bûne, kesê êrişkar bi diruşmeyan Îsraîl şermezar kir û êrişî xebatkarên xwaringehê kir.
Di wê demê de jineke ku li ber deriyê xwaringehê nerazîbûneke tund li hemberî wî kesî nîşan da û got:
“Ma boykoteke wisa dibe?”
Jina ku rastî bertekên êrişkar hat, dîmenên bûyerê bi telefona xwe girt û got "Ma boykoteke wisa dibe?"
Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kesên din jî piştî êrişker diçin cihê bûyerê û piştgiriya êrişkar dikin.