Bahçelî bangî Serokê Dadgeha Destûrê kir: ‘Heke tu mêr î here Qendîlê’

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê bi awayekî tund rexne kir û got, “Heke tu mêr î here Qendîlê.”

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM), 25ê Çiriya Pêşînê li ser Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay biryar dabû.

Dadgeha Destûra dabû zanîn ku mafên wî yên “hilbijartin, çalakiyên siyasî, azadî û ewlehiyê” hatine binpêkirin.

Daîreya 3yemîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay) ew biryar nas nekir û li ser endamên Dadgeha Destûrê lêpirsîn da destpêkirin, herwiha gilî tomar kir.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, li ser nakokiyên di navbera Dadgeha Destûrê (AYM) û Dadgeha Bilind (Yargitay) de axivî.

“Serwerî ya gel e”

Bahçelî daxuyand ku divê parlamento li ser Can Atalay biryarê bide û got:

“Dadgeha Bilind karê xwe bê kêmasî kiriye. Sîstema darazê ne di bin wesayeta Dadgeha Destûrê de ye.

Divê parlamento li ser Can Atalay biryarê bide û mijar were çareserkirin. Serwerî ya gel e, ser gel re ti hêz nîne.”

“Heke tu mêr î here Qendîlê”

Devlet Bahçelî, di axaftina xwe de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn bi awayekî gelekî dijwar rexne kir û got:

“Serokê dadgehê êdî ne bêalî ye. Heke tu mêr î, heke tu wêrek î here Qendîlê. Divê Dadgeha Destûrê ya were girtin an jî ji nû ve were sazkirin.”