Balyozxaneya Amerîkayê li ser teqîna Stenbolê bersiva Soylu da

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxeneya Amerîkayê bersiva gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku digot em peyama sersaxiyê ya Amerîkayê qebûl nakin û got “Amerîka hemû awayên terorê şermezar dike."

Duh 13ê Mijdara 2022ê  li Caddeya Îstîklalê ya bajarê Stenbolê teqînek çêbû û têde 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn ku rewşa dû ji wan ne cîgir e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 14ê Mijdara 2022ê serdana cihê bûyerê kir û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Soylu ragihand ku fermana teqînê li Kobanî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ve hatiye dayîn û peyama sersaxiyê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê qebûl nekir û red kir.

Suleyman Soylu derbarê piştevaniya Amerîkayê ya bo Hêzên sûriya Demokratîk de jî rexne li wî welatî  girtin û got “Em sersaxiya Balyozxaneya Amerîkayê qebûl nakin û red dikin. Hevpeymaniya me ya ligel  dewleteke ku navçeyên terorî yên Kobanî xwedî dike, hewil dide dide aramiya Tirkiyê têk bide û ji senatoya xwe pereyan bo dişîne, helbet cihê nîqaşê ye.”

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê yê Enqerê derbarê  gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji ajansa Almanî Deutsche Welle re axiviye û gotiye:”Amerîka hemû awayên terorê bi tundî şermezar dike û ligel hevpeymana me ya NATOyê Tirkiyê di nav hevahengiyê de û bi wê re tevdigere.”

Piştî teqînê kesek bi navê Ehlam Elbeşîr ji aliyê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê ve weke tawanbar hat desteserkirin. Bi gotina Tirkiyê Ehlam Elbeşîr eke endama îstîxbarata Yekîneyên Parastina Gel  (YPG) hatiye perwerdekirin û ji Efrînê bi awayekî ne yasayî derbasî Tirkiyê bûye. Lê berdevkê YPGê Nurî Mehmûd bi daxuyaniyekê ev îdiayên Tirkiyê red kirin û got: “Ti peywendiya me bi encamdera teqîna Stenbulê Ehlam Elbeşîr re tuneye. Hêzên me li gorî bingehên demokrasî, mafê jinê, mafê mirovan û şerê teror û dîktatoriyê dike. Hêzên me welatiyên sivîl nakin armanc. Dibêjin ku ew jin ji Efrînê çûye Tirkiyê û teqîn pêkaniye lê ew navçe di bin kontrola Îstixbarata Tirkiyê de ye û diyar dibe ku ew  teqîn şanoyeke ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye danîn. Erdogan dixwaze li lûtkeya Endonezya welatên cîhanê razî bike ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ev êrîş wê bibe karta rizgarbûna wî di hilbijartinan de.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlum Ebdî  jî li ser hesabê xwe yê medya civakî red kir ku ti  peywendiya wan bi bûyerê hebe û dibêje: “Em tekez dikin ku ti pêwendiya hêzên me bi teqîna Stenbolê re nîne û em  ew îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin. Em ji malbatên  qurbaniyan û gelê Tirk re sersaxiyê  û ji birîndaran re jî şîfaya bilez dixwazin.”