Umit Ozdag gefa qedexekirina Rûdawê xwar!

15-11-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Umît Ozdag Jiyan Tosun Teqîna Îstiklalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gefa qedexekirina Rûdawê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwar û got: "Di bin desthilata Partiya Zaferê de Rûdaw TV dê nikaribe bikeve nava sînorên Tirkiyê."

Piştî êrîşa bombeyî ya duh li Kolana Îstiklalê pêk hat, Cîgirê Serokê Giştî yê Zaferê Adem Taşkaya parêzer Jiyan Tosun weke "kesa bombe daniye" hedef nîşan dabû. Birêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû “Kesa bi navê Ehlam Albashir ku welatiya Sûriyeyê ye û bûyer pêk anî bi saxî hat girtin.”

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez pirsa hedef nîşandanê Jiyan Tosun ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku ligel şanda pê re çûbû kolana Îstiklalê ya êriş lê pêk hatibû, kir.

Ozdag li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a “(Cîgirê Serokê we) parêzer Jiyan Tosun hedef nîşandabû. Hûn di derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” wiha bersiv da “Ez ti tiştek nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”

Ozdag pirsa “Hûn dê (Adem Taşkaya) ji partiya xwe biavêjin?” bê bersiv hişt.

Umit Ozdag herwiha di dawiya axaftina xwe de ji Peyamnêrê Rûdawê pirsî ka tû kîjan kanalî? Omer Sonmez jî got: "Ez Peyamnêrê Rûdawê me." Piştre Ozdag got: "Ger em bên ser desthilatê em dê Rûdawê jî bigrin ji ber parçebûnê çêdike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst