Nasname û wêneyên gumanbara teqîna li Stanbolê hatin belavkirin

14-11-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Stenbol Îstîklal Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmen û wêneyên destersekirina gumanbara ku tê îdiakirin teqîna duh a li kolana Îstîklalê ya Beyogluya Stenbolê pêk aniye hatin parvekirin. Rêveberiya Polîsan a Stenbolê têkildarî nasnameya gumanbar daxuyaniyek da û got, "Kesa teqîn pêk aniye welatiya Sûriyê ya bi navê Ehlam Elbeşîr bi saxî hatiye desteserkirin."

Doh 13ê Mijdara 2022ê demjimêr derdora 16:20 xulekan li kolana Îstiklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê teqînek çê bû. Di encama teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dabû zanîn ku kesa bombe daniye navçeya kolana Îstîklalê ji aliyê hêzên ewlehiyêve  a ve hatiye desteserkirin.

Îro jî dîmenên kêliyên ku gumanbar hatiye girtin ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê ve hatin belavkirin.

Nasnameya kesa gumanbar hat eşkerekirin

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Stenbolê de derbarê nasnameya gumanbar de hat ragihandin: “Navê gumanbara ku bombe daniye Ehlam Elbeşîr e, ew xelka Sûriyê ye û temenê wê 23 sal in. Ehlam Elbeşîr ku ev bûyer pêk aniye bi saxî hate girtin.”

Rêveberiya Polîsan a Stenbolê herwiha îdia dike ew kesa desteserkirine “endama PKK/PYD/YPG” bûye.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Stenbolê de tê gotin: “Li xwe mikur hatiye ku fermana çalakiya Stenbolê ji navenda Kobanî ya rêxistina YPGê wergirtiye û roja Yekşemê 13ê Mijdara 2022ê demjimêr 16:20ê de çalakî kiriye û reviya ye. Kar û xebatên derbarê bûyerê de bi awayekî berfireh berdewam in.”

 

Soylu: Kesa ku bombe daniye hat desteserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku kesa ku bombe daniye kolana Îstiqlalê ya Beyogluyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Sleyman Soylu dabûe xuyakirin, derbarê teqîna Stenbolê de 21 kesên din jî hatine desteserkirin.

Soylu gotibû: “Nirxandineke me ya wiha heye ku fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye. Nirxandineke me jî ew e, ku êrîşkar ji Efrînê derbas bûye. Helbet ev bûyer qet nebûya û kesekî canê xwe jidest neda. Niha li derveyî sînor bi hezaran qehreman, li nav welat li çiya bi hezaran qehreman û li nav bajaran bi hezaran qehreman tenê li dijî terorê tekoşînê dikin. Pêş demekê berpirsa bûyerê, kesê ku bombe daniye ji aliyê tîmên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê ve hat desteserkirin. Di ber wêya jî nêzîkî 21 kesan hatibûn desteserkirin. Ez jibo hewldanên wan spasiya hevalê xwe dikim. Di îfadeyên xwe de gotin, ku eger dê nehatibana girtin, dê biçûna kîderê. Ev jî diyar dike, ku em bi operasyoneke çawa re rûbirû ne. Rûyê terorê bi êş e. Lê berdêla wê çi be, em dê tekoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin. Bi taybetî durûtiya qaşo hevpeymanên me ku xwe wek dost nîşan didin, li welatê xwe cî didin van terorîstan û li senatoyên xwe bi awayekî fermî pereyan bo wan dişînin, li holê ye. Li gor zanyariyên me bidest xistine rêxistina terorê PKK-PYD ye.”

Bozdag: Jin 45 deqeyan rûniştiye

Ji aliyê din ve derbarê teqînê de Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag da zanîn ku di çarçoveya lêkolînên derbarê teqînê de, heta niha 46 kes hatine desteserkirin.

Bekîr Bozdag herwiha got: “Jinek 45 deqeyan li ser kursiyê rûniştiye, piştî demekê teqîn çêdibe. Dê diyar bibe. Di encama lêkolînan de dê diyar bibe teqîn ji aliyê kîjan rêxistina terorê ve hatiye encamdan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst