Osman Baydemîr: Me ji bo avakirina hikûmetê 3 bijarde pêşkeşî Erdogan kir

14-11-2020
Nîşan Osman Baydemir HDP Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr ragihand ku wan piştî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an ji bo avakirina hikûmetê 3 bijarde pêşkeşî Recep Tayyip Erdogan kir.

Şaredarê Amedê yê berê û parlementerê Rihayê yê berê Osman Baydemir ji Dikenê re ragihand ku wan piştî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015 ji bo avakirina hikûmetê ji Recep Tayip Erdogan re bi rêya parlamenterê berê yê HDPê Celal Dogan xeber şandine û 3 bijardeyên wan hebûne, lê hatine redkirin.

Osman Baydemir ku ji ber cezayê jê re hate birîn niha li Brîtanyayê dijî diyar kir ku ew ne li ser navê HDPê diaxive û got di dîroka Komara Tirkiyê de pêşhateya herî mezin û girîng siyasî gotûbêjên bo pêvajoya çareseriyê bûne û di wê heyamê de yekem car hêvî çêbûye ku pirsa Kurdan birêya diyalogê were çareserkirin.

Baydemir got: “Jixwe HDP di vê pêvajoyê de derket holê. Rewşa bê şer û pevçûn wiha kir ku HDP benda hilbijartinê derbas bike. Herwiha di heyamê de li ba kesek ji rêzê yê li rojavayê Tirkiyê dijiya ew bawerî çêbibû ku bibêje `ev 70 sal e derewan li me dikin. Em dikarin ligel Kurdan jî bijîn`.  Ew bawerî çêbû.”

Li ser pirsa “AKPê çima pêvajoya çareseriyê bidawî kir” Baydemîr got: “Bê guman me nikarin tenê sedemeke nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku rojek derfeta me çêbibe daku hinek tiştên ku em bûne şahîd hene vebejin. Ez niha dikarim vê yekê bibêjim ku îdiaya dibêje  Birêz Demirtaş gotiye ‘em dê ti caran bi hukumetê re hevpeymaniyê nekin’ û piştî wê yekê Erdogan siyaseta xwe guhertiye, bi temamî derew e. Ez şadihê vê mijarê me ku ji binî derew e.

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, hevserokên me yê di wê heyamê de Demirtaş û Figen Yuksekdag û hinek parlementerên me û wekîlên serokên grûbên me em bi hev re civiyan mijar nirxand.  Piştî şewrê me biryar da ku em nûnereê xwe bişînin ba Erdogan. Ez ne şaş bim Birêz Celal Dogan di dawiya Hezîran û destpêka Tîrmehê hevdtîn ligel Erdogan pêk anî. Pêşniyara me bo Erdogan ev bû: Me got ku eger rêz li îradeya xelkê ya ku di hilbijartinêan de derketiye holê neyê girtin, metirsî heye ku welat rûbirûyê dahatuyeke tarî bibe. Bila pêvajoya çareseriyê berdewam bike, her çi dibe bila bibe em amade ne piştevaniyê bikin. Şertê me ew e. Me got ku AKP bixwaze bi CHPê re hevpeymaniya xwe ava bike, bila bike em jî dê bêyê daxwaza kursî, post  bibin piştevan, lê tenê dest ji zemîna bêşer bernedin.”

Baydemîr herwiha da zanîn ku pêşniyara wan a duyem jî ew bû ku eger AK Partî û CHP li hev nekin, bila  hukumata kêmjimare were avakirin dîsa bi merca ku rê nedin şer, bê ew tiştekî ji hukumetê dixwazin bikin dibin piştevan.

Bi gotina Baydemîr pêşniyara wan a sêyem jî ew bû ku eger AK Partî nekare  herdu bijardeyan pêk bîne ew dê dîsa ji bo pêvajoya çereseriya berdewam be û destûra nû bê derxistin, ew amade ne bi AK Partiyê hikûmeta hevpeymaniyê ava bikin.

Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîr dibêje: “Ev hersê bijardeyên me bo Erdogan çûn. Bersiva ku dane me Tirkiya îro ye. Ji me re got: ‘hun dê bibînin’ û encam û tişta welat ditî jî bû rewşa niha.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst