Ocalan: Çek dê Adar û Nîsanê bên danin

 

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş di hevpeyvînekê de  got, eger lihevkirin di navbera şanda Hikûmeta Tirkiyeyê û rêberê PKKê Abdulla Ocalan de çêbibe, PKKê dê herî dereng di Adar û Nîsana 2015an de çekên xwe dane û PKKê bi xwe jî ev yek qebûl kiriye.

 

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş televîzyona Mednûçe de pirsên li ser mijara pêvajoya çareseriyê bersivand û ragihand ku eger lihevkirin di navbera şanda Hikûmeta Tirkiyeyê û rêberê PKKê Abdulla Ocalan de çêbibe, PKKê dê herî dereng di Adar û Nîsana 2015an de çekên xwe dane û PKKê bi xwe jî ev yek qebûl kiriye.

 

Demirtaş bal kişand ku Hikûmeta Tirkiyê dixwaze  PKKê çeke dane got, ev bendewariyeke siruştî ye, lê ya girîng ew e ku ew dê bi çi rêyekê bigihin qonaxa danîna çekan.

 

Hevserokê HDPê diyar kir ku Ocalan ji hikûmetê re gotibû bila ew bi nexşerêya xwe werin û ewê jî li Îmraliyê ligel şêwirmend, sekretariyet û hevalên xwe wê nexşerêyê gotûbêj bikin heta ku bigihin rêkeftinekê.

 

Demîrtaş diyar kir ku  eger rêkeftin çêbibe Ocalan di Adar û Nîsanê 2015an de banga kongreyê bike û ji PKKê bixwaze ku çekan dane.

 

Demiratş anî ziman ku  Qendîl amadeyê piştevaniya vê nexşerêya Ocalan bike.