Dadgeha Tirkiyeyê: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ ne sûc e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bijî Serok Apo Dadgeha Destûra Bilind a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê derbarê “Bijî Serok Apo” biryar da ku ew ne sûc e.

Li gorî nûçeya MAyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê têkildarî doza ji ber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin û ceza hatibû dayin, biryara xwe da.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryara cezakirinê wekî “binpêkirina mafê azadiya fikir û xweîfadekirinê” nirxand.

Di çalakiya protestokirina kalekolan a li navçeya Licê ya Amedê de Medenî Yildirim hatibû qetilkirin. Li dijî qetilkirina Yildirim, di 7’ê hezîrana 2014’an de çalakî hate lidarxistin.

Li Amedê Merve Nur Tekîn di çalakiya protestokirina kuştina Medenî Yildirim de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kiribû û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendibû.

Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê jî derheqê Tekînê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê û pereyan dabû.

Biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.

Medenî Tekîn 11ê Sibata 2022yê bi sedema “Binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Tekîn qebûl kir û biryara binpêkirinê da. 

Dadgeha Destûra Bingehîn, da zanîn ku bi cezakirina Tekîn mafê azadiya xweîfadekirinê ya di Madeya 26emîn a Destûra Bingehîn de hatiye binpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst