Erdogan: Bi milyonan kes ji ber zimanê dayîkê rûbirûyî cudakariyê bûne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zimanê Dayikê Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Tenê ji ber ku bi zimanê dayîka xwe axiviye li beramberî bi milyonan welatiyên me cudakarî hatiye kirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro li Kuliyeya Serokkomariyê beşdarî Merasîma Peşkavêtinê ya Qursa Qaymeqamtiyê ya Heyama 109emîn bû û li wir axivî.

Erdogan di beşeke zêde ya axaftina xwe de behsa nêzîkatiyên li beramberî welatiyan kir û bal kişand ser newekhevî û cudakariyên ku heta niha ji aliyê berpirsan ve li beramberî xelkê hatine kirin.

Erdogan her wiha bal kişand ser zimanê dayîkê û got:

“Tenê ji ber ku xwestiye bawariya xwe bi azadî bijî, tenê ji ber ku bi zimanê dayîka xwe axiviye li beramberî bi milyonan welatiyên me cudakarî hatiye kirin.

Mixabin rûbirûyî neheqiyê û nedadperweriyê bûne.

Berdêla wê yekê jî demokrasî, dewlet û miletê me daye.

Ez dixwazim rastiyekê li vir dîsa bînim bîra we.

Olîgarşiya burokratîk a ku welatiyên xwe biçûk dibîne û qismekî welatiyan wek tehdîd dibîne, di tesewura me ya dewletê de cih nagire.

Dewlet di xizmeta miletê xwe de ye, rayedarên dewletê jî xizmetkarê milet in.”

Erdogan her wiha anî ziman ku ew rêvebirên ku guh nadin xelkê naxwazin û wiha axivî:

 "Tehamula me ji rêvebirên ku dûrî xelkê, dûrî kolanan, dûrî esnaf, karsaz, gundî û cotkarên li navçeya xwe disekinin re tuneye.

Em nikarin bi xweşbînî li wan kesan binêrin ku di nav pergala dewletê de şûna ku hêz û îtibarê didin kursiya xwe, hêza kurisyê bi kar tînin û dikevin rêyên nehiqûqî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst