Bûk 83 salî ye lê zava nîne

Hewlêr (Rûdaw) – Sumbula Toptaşa 83 salî cilên bûkaniyê li xwe kirin lê beyî ku zava hebe.

Bûyerê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê rû da.

Sumbula Toptaşa 83 salî li navendeke pîr û kalan dimîne û bi salan e ku xewn û xeyalên bûkaniyê dihûne.

Ji ber ku wê tim behsa vê xeyala xwe dikir, hevalên wê û karmendên wê navendê biryar daye ku jê re daweteke temsîlî bikin.

Sumbul Toptaş li kuafor hat xemilandin, bûkaniya xwe li xwe kir û çû hola dawetê.

Li wê derê bi Midûrê Bajêr ê Malbat û Xizmetên Civakî Mustafa Gokboga re dans kir.

“Me îro xeyala xaltîka xwe pêk anî”

Mustafa Gokboga diyar kur kir Sumbul tim li hêviya vê kêliyê bû û got:

“Me îro xeyala xaltîka xwe pêk anî ku qet mêr nekiriye û cilên bûkaniyê li xwe nekirine.”

“Bila her kes bizewice”

Sumbulê got ku dema ew biçûk bû wê dil ketiye xortekî lê evîna wan neçûye serî û wê jî qet mêr nekiriye.

Bûka 83 salî diyar kir ku ew gelekî dilxweş e û got, “Bila her kes bizewice.”