Wezîr daxuyanî da: ‘Dê ew jî bikevin girtîgehê’

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, “Kesên ku cezayê wan kêmî 2 salan e jî dê bikevin girtîgehê.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç da zanîn ku ew “rewşa baş” û “serbestiya bikontrol” ji nû ve dinirxînin û got:

“Em dê li ser têgihiştina bêcezabûnê hinek sererastiyan bikin. Kesên ku cezayên wan kemî 2 salan in nakevin girtîgehê û ev bûye sedema acizbûna raya giştî.

Êdî kesên ku cezayê wan kêmî 2 salan e jî dê bikevin girtîgehê."

Yilmaz Tunç da zanîn ku ew li ser sîstema nû xebatên xwe didomînin û berdewam kir:

"Em rewşa baş û serbestiya bikontrol ji nû ve dinirxînin.

Dê rewşa baş êdî ji bo hemû sûcan nebe. Em xebatên alternatîv dikin.

Dibe ku cureyên sûcên nû li sûcên katalog bên zêdekirin.”