Hevserokê DEM Partiyê yê Germencîkê ji banê febrîqeyê ket û wefat kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nîhat Demîr DEM Partî Aydin Germencîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Germencîkê ya Aydinê Nîhat Demîr ji ser banê febrîqeyê ket û wefat kir. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), dema ku Nîhat Demîr li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê li ser banê febrîqeyekê dixebitî ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Nîhat Demîr bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê.

Demîr li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Her wiha hat zanîn ku cenazeyê Demîr li navçeya Germencîkê hatiye veşartin.

Li aliyê din, DEM Partiyê jî li ser Nîhat Demîr peyamek belav kir û ji malbata wî re sersaxî xwest.

Her wiha DEM Partiyê mirina Demîr wekî cînayeteke kar bi nav kir û tekez kir ku ew dê bibin şopînerên cînayetên kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst