Kabîne îro dicive: Rojev çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive û di rojevê de polîtîkayên navxwe û derve hene.

Kabîneya ku herî dawî 30ê Îlonê civiya bû dê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bicive.

Mijarên sereke yên civînê "şerê Îsraîl û Filîstînê" û "kuştina jin û zarokan" in ku rojên dawî rojeva sereke ne.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş derbarê têkoşîna li tundûtîjiya li beramberî jin û zarokan û çêkirina nexşeyeke metirsiya civakî ya Tirkiyeyê agahiyan bide.

Her wiha yek ji mijaran jî ew e ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser 9emîn pakêta darazê agahiyan bide endamên kabîneyê.

Tê çaverêkirin polîtîkaya aborî, mijara enflasyonê û cezayên kompanyayên ku di berhemên xwe de sextekarî kiriye jî bên gotûbêjkirin.