STENBOL - Jineke Efrînî bû Şahciwana Rûhî: ‘Ez dixwazim navê Kurmancan bilind bikim’

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li Stenbolê nasnava “Şahciwana Rûhî” bi dest xist.

Şêrîn Reşîda ji Efrînê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê beşdarî pêşbirka şahciwaniyê bû.

Ew wekî şahciwan nehat hilbijartin lê bû “Şahciwana Rûhî”.

Şêrîn Reşîd bû mêvana Bultena Rojava ya Rûdawê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Şêrîn Reşîdê li ser beşdariya xwe pêşbirkê kir û got:

“Ez gelekî kêfxweş im ku min nasnava Şahciwana Rûhî bi dest xist. Ji ber ku ez bi wan re pir dilpak bûm û min xizmet dikir wan ev nasnava da min.”

Şêrîn Reşîdê herwiha anî ziman:

“Ez dixwazim beşdarî pêşbirkên din jî bibim û navê Kurmancan bilind bikim.

Malbata min piştgiriya min kir ku ez tevlî pêşbirkê bibim.”

Şêrîn Reşîda ji gundê Qîbarê yê Efrînê 19 salî ye û 9 sal in li Tirkiyeyê dijî.

Roja 12 Îlonê Pêşbirka Şahciwaniya Erebî li Stenbolê bi rê ve çûbû.

Şêrîn Reşîd niha karê ciwankarî û kozmetîkê dike.