Li Stenbolê agir bi kargehekê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvriyê ya parêzgeha Stenbolê agir bi kargeheke mobîlyayan ket û her ku diçe berbelav dibe.

Li gorî agahiyan, demjimêr 14:30ê li taxa Selîmpaşayê ya Sîlîvriyê agir bi kargeheke mobîlyayan ket û sedema wê ne diyar e.

Agirê ku di demeke kurt de li tevahiya kargehê belav bû, dûman bi ser taxê xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê û dest xebatên vemirandina agir kirin.