Dîplomatekî Rûsî li hotêleke Stenbolê mirî hat dîtin

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Dîplomat Stenbol Mirî Nikolai Kpbrinets
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca beşdarbûna civîneke taybet şeva derbasbûyî dîplomatekî Rûsyayê gehişte Stenbolê û heman şevê li hotêla lê dima mirî hat dîtin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, navê wî dîplomatî Nikolai Kpbrinets e û 62 salî bûye, li Wezareta Derve ya Rûsyayê rêveberê giştî bûye.

Hat zanîn ku  Nikolai Kpbrinets ji bo civîneke taybet a ligel berpirsên nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê yên li Tirkiyeyê, çûye Stenbolê.

Ew li hotêleke navçeya Asmalî Mescîdê ya Beyogluyê maye.

Li gorî zanyariyan, çendîn car aliyê Rûsî hewl dane ligel dîplomatên xwe biaxivin lê ji ber nekarîne bi îdareya hotêlê re pêwendî danîn û wan jî piştî hewldaneke zêde, çûne odeya wî û ew mirî dîtine.

Karmendên hotêlê tîmê tenduristiyê û polîsên navçeyê agahdar kirin û piştî pişkinînê derketiye ku çend demjimêr pêştir canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Nikolai Kpbrinets bir Pizîşkiya Dadî ya Beyoglu daku bê zanîn ka wî dîplomatê Rûsî ji ber çi canê xwe ji dest daye.

Her bi vê mebestê Dozgeriya Giştî ya Komarê li Stenbolê dest bi lêkolînê kiriye.

Çar nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê li Tirkiyeyê hene; balyozxane li Enqerê, konsolxane li Stenbol, Trabzon û Antalyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst