Polîsan avahiya HDPê ya Edenê dorpêç kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê polîsan ji bo rê girtina li daxuyaniya HDPê avahiya wê li wî bajarî dorpêç kir.

Li gor zanyariyan Rêxistina Edenê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca pîrozkirina salvegera damezrandina partiya xwe di 16ê Tebaxa 2022an li salona Şanoyê ya li Edenê serî li parêzgariya Edenê da.

Li parêzgariya navborî bêyî ku ti hincetekê nîşan bide rê neda HDPê ku wê çalakiya xwe pêk bîne.

Piştî vê yekê HDPê îro Înê 14ê Cotmeha 2022an di demjimêr 17.30an de xwest li ber deriyê avahiya partiya xwe derbarê vê hewlesta parêzgariyê de daxuyaniyekê bide çapemeniyê lê li gor zanyariyan  hejmareke zêde ya hêzên ewlekariya Tirkiyê ji bo rêgirtina li wê daxuyaniyê avahiya HDPê bi zirxpoşan  dorpêçkirin e û her wiha rê nadin ku ne kes ji avahiyê derkeve ne jî kes biçe hindur.