HAT NÛKIRIN -Teqîna kana madenê ya Bartinê: Mirî û birîndar hene

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bartin Kana Madenê Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Amasra ya Bartin a Tirkiyê di kana madenê ya ser bi Saziya Komirê ya Tirkiyê (TTK) ve teqînek pêk hat. Hejmara mirî û birîndar ên herî dawî ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ve hatin diyarkirin ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane bûye 28 û hejmara birîndaran jî 11 kes in.

Li navçeya Amasra ya parêzgeha Bartin a Tirkiyê îro Înê 14ê Cotmeha 2022an di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser Twitterê diyar kir ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 28an.

Fahrettîn Koca got, “Li Bartinê teqîna kana madenê de hejmara welatiyên ku canê xwe ji dest dane 28 kes in. Ji birîndaran 6 li kes li Stenbolê, 5 kes jî li Bartinê têne dermankirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu destnîşan kir ku di dema teqînê de 110 kes di kanê de hebûne, 49 kes li herêma xetere bûne û ji 21 kesên ku ji vê herêmê hatibûn derxistin 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya Bartinê ragihand ku di derdora demjimêr 18:15an de li kana madenê ya li navçeya Amasrayê teqînek pêk hat.

Parêzgariya Bartinê diyar kir ku heta niha sedema teqînê ne diyar e.

Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê û gelek ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin.

Bernameya Amedê ya Erdogan hat betalkirin

Li aliyê din bernameya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ya Amedî ji ber teqîna kana madenê ya li Bartinê hat betalkirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê de hat gotin, “Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ji ber teqîna kana madenê ya li Bartinê, serdana xwe ya Amedê taloq kir.”

Lêkolîn dest pê kir

Serdozgeriya Komarê ya Bartinê li ser teqîna kana madenê ya li Amasrayê lêpirsîn da destpêkirin. Ji bo dozê 3 dozger hatin erkdarkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li ser teqîna ku li navçeya Amasra ya Bartinê di kana komirê de pêk hat de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku teqîn li kaneke ser bi Saziya Komirê ya Tirkiyê (TTK) ya Amasrayê pêk hatiye.

Li gor zanyariyên ku hatine wergirtin di kana girêdayê Rêveberiya Saziya Amasra ya TTKê de ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk hat.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgara Bartinê Nurtaç Arslan diyar kir ku heta niha sedema teqînê nayê zanîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Bartinê ve hatiye dayîn de hat gotin, “Derdora demjimêr 18:15an li Saziya Komirê ya Amasrayê ya di kûrahiya 300 metreyan de teqîneke qismî pêk hat. Hemû tîmên me seferberî cihê bûyerê kirin û xebatên pêwîst hatin destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst