Tirkiye: Di 2022an de 50 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Girtiyên Nexweş Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziyên Yasa û Mafên Mirovan yên Mêrsînê ragihandin ku di sala 2022an de 50 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane û ji bo bi dawîanîna li mirina girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê û Saziyên Civaka Sivîl kirin.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Komeleya Hevgirtin û  Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan ya Çukurovayê û Komelya Hiquqnasên Azad ên Mêrsînê roja 13ê Cotmeha 2022an ji bo balkişandina li ser canjidestdanên di girtîgehan de û girtiyên nexweş li navenda Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Seroka şaxa Mêrsînê yê Komelya Hiquqnasên Azad (OHD) Serap Angay daxuyanî xwend û eşkere kir ku tenê di sala 2022an 50 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û got, “Piraniya van mirinan ji ber wan biryarên ku derbarê girtiyên nexweş de nehatine dayîn yan jî dereng hatine dayîn çêbûne.”

Serap Angay ragihand tevî daxwazên paşxistina cezayan, daxuyanî û rojeva raya giştî, girtiyên nexweş nayên azadkirin, mafê wan yê jiyanê tê binpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst