Destûr nayê dayîn parêzer beşdarî doza Denîz Poyraz bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza Denîz Poyraz, xebatkara HDPê ya ku di êrîşa ser avahiya wê partiyê de li Îzmîrê hatibû kuştin, îro li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê berdewam e. peyamnerê Rûdawê ragihand ji ber ku rê dayê dayîn parêzer beşdarî dozê bibin, hêj rûniştina dozê dest pê nekiriye.

Îro Înê 14ê Cotmeha 2022ê rûniştina doza kuştina xebatkara HDPyî Denîz Poyrazê li 6mîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê kirin ku di rûniştina berî du rojan de li salona dadgehê alozî derketibû û hêzên ewlehiyê destwerdan kiribûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser medya civakî derbarê dozê de peyamek belav kir û dibêje: "Hewildanên reşkirina Doza Deniz Poyraz berdewam e. Doz bo Şakranê hate birin û niha jî tê xwestin beşdarbûna parêzeran bi lîsteya şandeya dadgehê bê sînordarkirin. Sînordarkirina beşdar û parêzeran sînordarkirina hiqûq û edaletê ye. Em vê yekê qebûl nakin."

Li aliyê din peyamnerê Rûdawê ragihand doza ku ji bo Şakranê hatiye birin di rûniştina îro de destûr nayê dayîn ku parêzerên xwedî belge beşdarî rûniştina dozê bibin, tenê rê didin parêzerên ku wekaleta wan heye beşdarî rûniştinê bibin.

Herwiha peyamnerê Rûdawê da zanîn ji ber ku destûr nayê dayîn parêzerên ku xwedî belge beşdarî dozê bibin parêzerên malbatê yên din jî nakevin rûniştinê û ji ber vê yekê hêj rûniştina dozê dest pê nekiriye.

Serokê dadgehê 12ê Cotmehê ji ber aloziyê navber dabû rûniştinê û piştî navberê, bi hinceta ku şert û mercên pêwîst li salonê pêk nehatine, rûniştina doza Denîz Poyraz taloqî 14ê Cotmehê kiribû.

Keça Kurd a ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  Denîz Poyraz  ku endama HDPê bû di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya giştî ya wê partiyê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiye di encama erîşeke nijadperestî de ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin.