Şêwirmendê Erdogan: Eger artêşa Sûriyê were ser sînor dê şer derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê hişyarî da Sûriyê û ragihand, ku ew bi bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser sînor êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê ranawestînin û diyar kir, eger artêşa Sûriyê derbasî navçeyên şer bibe, egera wê yekê heye ku di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê de şer derkeve.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê, Yasîn Aktay da xuyakirin, ew dê li ser êrîşên xwe berdewam bin û hatina artêşa Sûriyê nikare rê li operasyona Tirkiyê bigre.

Yasîn Aktay diyar kir ku Tirkiyê di nava rojekê de biryara operasyonê nedaye, lewma jî rêkeftina di navbera PYDê û hikûmeta Sûriyê de, ti bandorekê li operasyonên wan nake û dê êrîşên wan her berdewam bin.

Aktay got jî, ev rêkeftina di navbera PYDê û Hikûmeta Sûriyê de, nîşan dide ku Şam jî piştevaniya gefa li ser welatê wan dike û Tirkiye jî dê mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.

Piştî dijwarbûna êrîşên Tirkiyê û herwiha bombebarankirin û hedefgirtina welatiyên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, HSDê û Rêveberiya Xweser ragihandin, ku ew li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine û hêzên Sûrî li ser sînor tên bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşeke berfireh a bejayî û esmanî li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye ku îro derbasî roja şeşan dibe.

Balafirên şer û topxaneyên artêşa Tirkiyê ji detspêka êrîşê ve heta niha bi giranî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran dikin.

Di encama êrîşên Tirkiyê de heta niha bi dehan kesên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Heriwha li gor amara Netewên Yekgirtî zêdetir ji 130 hezar kes jî ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne.

Duh Yekşemê artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê karwaneke sivîlan kire armanc û di encamê de herî kêm 11 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 100 kesên jî birîndar bûn.