Bilgen: Erdogan bo paşmayên Qaîde danûstandin û bo Kurdan kuştinê rewa dibîne

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Ayhan Bîlgen Dêrsim Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Qaîde
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku Erdogan û desthilata wî bo paşmayên Qaîde danûstandinê dikin û bo Kurdan jî kuştin û birînê rewa dibînin.

 

Wekîlê Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen di kongreya rêxistina Dêrsimê ya partiya xwe de gotarek pêşkêş kir.

 

Ayhan Bîlge wiha got: "Erdogan û desthilata wî, li Idlibê û navçeyên din ên Sûriyê hemû tiştek kirin daku berevaniyê li paşmayên Qaîde û terorîstan bikin, lê ku dora Kurdan tê, kuştin, birîn û jinavbirinê rewa dibînin."

 

Derbarê azadkirina qeşe Amerîkî Andrew Brunson de jî Bîlgen got: "Azadkirina qeşe Brunson, ku qaşo bi tohmeta terorê du sal dibe hatibû desteserkirin, îspat dike ku dadgeha Tirkiyê bi ti awayekî ne azad e û di jêr kontrola desthilatê de ye. Ev yek jî cihê şermezariyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst