Şerê Mûsilê - Erdogan: Emê plana B bixin dewrê

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew li Iraqê bo beşdarbûn di hêzên hevpeymanan de bi israr in û tekez kir, eger ku hêzên hevpeymanan nexwazin Tirkiye beşdar bibe, Enqere dê plana xwe ya B an jî C bixin dewrê.

 

Erdogan li bajarê Konya yê Tirkiyê di merasîmekê de gotarek pêşkêş kir û derbarê rewşa li Sûriyê û Iraqê, operasyona Mertala Firatê ya Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de û herwiha operasyona Mûsilê û rola Tirkiyê di beşdarbûna wê operasyonên de axivî.

 

Edogan di axavtina xwe de tekezî li ser beşdarbûna Tirkiyê di operasyona Mûsilê de kir û ragihand, ku Tirkiye bi israr e ku cihê xwe di nava hêzên hevpeymanan ên li Iraqê de bigire.

 

Erdogan got, eger ku hêzên hevpeymanan nexwazin Tirkiye beşdar bibe, ew dê hingê plana xwe ya B bixin dewrê û eger ew jî nebe, dê plana xwe ya C cîbicê bikin.

 

Edogan wiha axivî:

 

“Em li Iraqê ji bo yekîtî û bihevretiya Iraqê bi biryar in, ku di nav hêzên hevpeymaniyê de cihê xwe bigirin. Eger hêzên hevpeymaniyê, Tirkiyeyê nexwazin wê demê plana me ya B dê bikeve dewrê. Ew jî nebe dê plana C bikeve dewrê. Dewleta Komara Tirkiyê dewleteka qebîleyî nîne, bila vê jî wiha bizanibin.”

 

Serokomarê Tirkiyê amaje bi hêzên leşkerî yên wî welatî li navçeya Başîk a Mûsilê û di nav axa Iraqê de kir û da xuyakirin, ku hêzên Tirkiyê dê li Başîkê bimînin.

 

Recep Tayyip Erdogan got, ku hêzên Tirkiyê li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê û şexsê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Başîkê ne û tekezî li ser wê çendê kir, ku pêkhatyên li deverên girêdayî Mûsilê ji Tirkiyê dixwazin ku hêzên xwe li herêmê bihêle.

 

Erdogan destnîşan kir, ku hemnijadên wî li Mûsilê hene û Tirkiye bo parastina wan û pêkhaetên Ereb û Kurd dê li deverê bimîne û wiha berdewamî bi axavtina xwe da:

 

“Hin kes dibêjin 'Ji Başîqayê vekişin, derkevin. Me destê xwe nehejand û em nehatin wir. We em vexwendin Başîkê. We em vexwendin û piştre jî dibêjin derkevin û vekişin. Li qisûrê mêze nekin, li wir hemnijadên min hene. Li wir birayên min ên Tirkmen, Ereb û Kurd hene û ji me re dibêjin, werin û bibin alîkar. Birêz Ebadî dema em hatin vexwendin bi xwe jî ev daxwaz kir. Piştre em jî çûn. Niha jî dibêjin vekişin, li qisûrê nenihêrin.”

                    

Erdogan herwiha behsa operasyona Leşkeriya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ya bi navê operasyona Mertala Firatê kir û ragihand, ku ew operasyon bo parastina berjewedniyên niştîmanî yên gelê Tirk e û tekez kir, ku her kes dê wê yekê bizanibe.

 

Erdogan diyar kir, ku Tirkiye û hêzên hevpeymanan niha bi hev re kar dikin û ew yek bi pêngavek erênî da zanîn, lê belê rexne li hevkariya di navbera hevpeymanan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de girt.

 

Erdogan li ser wê mijarê wiha got:

 

“Hêzên hevpeymaniyê çima bi PYD û YPGê re tevdigerin, em jî vê yekê fêm nakin. Ev hêzên hevpeymaniyê hema bêje piraniya wan dostên me ne. Di nav hêzên hevpeymaniyê da 63 welat hene, welatên endamên NATOyê hene ku ew jî şirîkên me yên stratejîk in. Em bihevrebûna vana ya bi rêxistina terorê re fêm nakin. Em niha ji bo fêmkirina wan kesên ku terorîstan perwerde dikin, zehmetiyê dikişînin.”