Bakurî, Başûriyan şîret dikin: Dilê dijminên kurdan xweş nekin!

14-10-2015
RÛDAW
Aloziyên Başûr
Aloziyên Başûr
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustaf Ozçelîk diyar kir ku hinek hêz dixwazin aloziyên Başûr li dijî serxwebûna Kurdistanê bikar bînin.

Nerazîbûn û dilgiraniyên kurdên parçeyên din ên Kurdistanê li hember aloziyên Başûrê Kurdistanê didomin. Beşek ji partî û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî fikarên xwe derheqê wan aloziyan de nîşan didin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji Rûdawê re got, di vê qonaxa ku Kurdistan di nav şerekî giran de ye divê hêzên siyasî hişyartir tevbigerin.

Ozçelîk diyar kir ku kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê bi enqest hatiye çêkirin ji bo ku destkeftên Başûrê Kurdistanê ji nav bibin.

Li gorî wî siyasetmedarê Bakur, hebûna Serok Barzanî ji bo kurdan, destkeftek e.

Neviyê şêx Seîdê Pîran û siyasetmedarê Bakur, Diyadîn Firat jî bang li hemû hêzên Başûr kir û got, divê tevahiya partiyên siyasî bi berpirsiyartî hereket bikin û dilê dijminan xweş nekin…

Beşek mezin ji welatiyên Bakur jî bi rêya malperên civakî daxwaza arambûna rewşa Başûrê Kurdistanê dikin û dibêjin, bila aloziyên han bandorê li ser morala Pêşmerge neke…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst