Wezîrê Dadê: Li ser Sezgîn Tanrikulu lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku li ser Sezgîn Tanrikulu lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku li ser parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ji ber gotinên wî yên li ser artêşa Tirkiyeyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja înê bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bûbû û artêşa Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku 15 welatiyên ji Amedê ji helîkopterê avêtine.

Yilmaz Tunç çû parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û li wir bersiva pirsên rojnamegeran da.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç di bersiva pirsekê de got:

“Ne pêkan e mirov gotinên li ser artêşa me yên parlamenterê ku hûn behs dikin qebûl bike û xweş bibîne.

Helbet heqaret û reşkirina artêşa me ya bi berdêla canê xwe yekparçeyî û yekîtiya welatê me, sînorên welatê me û ewlehiya me diparêze dê rûbirûbûyî nerazîbûnan were.”

Sezgîn Tanrikulu herwiha diyar kiribû ku artêşa Tirkiyeyê çendîn tawanên din li Bakurê Kurdistanê li hemberî Kurdan kirine.

“Parlamento dê biryara dawî li ser bide”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç di berdewama bersivê de anî ziman:

“Serdozgeriya me lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn helbet li xala 4em a madeya 301ê di desthilata Wezareta Dadê de ye.

Dosyeya li ser destûrê gihişte me û destûr hat dayîn. Piştî vê yekê dê serokkomariya me dosyeyê bişîne parlamentoyê û dê parlamento biryara dawî li ser bide.”

Çi bûbû?

Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de parêzer e bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bibû û behsa beşek ji tawanên artêşa Tirkiyeyê yên di salên 80 û 90an de kiribû.

Tanrikulu ku bi xwe parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne gotibû:

“Artêşa Tirk li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993yan de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.”

Tanrikulu da zanîn ku doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê gundê wan jî şewitandine û bombebaran kirine.

Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bû sedema nerazîbûnan.

Mêvanan parlamenterê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li şûna rexneyan li PKKyê bigire berdewam berê rexneyên xwe dide artêşa Tirkiyeyê.

Li gorî mêvanan ew bi vê jî nirxên niştimanî yên Tirkiyeyê bin pê dike û sivikatiyê û gotinên xirab ji artêşa Tirkiyeyê re dibêje.

Tanrikulu li ser rexneyên li hemberî xwe ji mêvanên bernameyê pirsibû:

“Kê ew hemû gund şewitandin ew artêşa ji Rûsyayê hatiye? Bûyera Roboskiyê hîn nû ye, gelo ew balafir ji Rûsyayê, yan ji Ermenistanê hatin û ew bombebaran kirin?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamenterê CHPyê yê Amedê ameje bi wê yekê dabû ku ew dê lêpirsînê li karên artêşa Tirkiyeyê bikin û gotibû:

“Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin. Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”

Beşek ji mêvanên bernameyê li ser van axaftinên Tanrikulu gotibû ku ew bawer nakin parlamenterekî CHPyê rabe û van gotin û rexneyan ji artêşa Tirkiyeyê re bibêje.

Axaftinên Sezgîn Tanrikulu li ser tora civakî jî belav bû û bi taybetî di nav aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûnan.